​​​​​​​Çeteyên artêşa Tirk li Cindirêsê welatiyek revand

Çeteyên ‘Polîsên Sivîl’ ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker bi bihaneyên derew welatiyek ji navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê revand.

​​​​​​​Çeteyên artêşa Tirk li Cindirêsê welatiyek revand
16 tîrmeh, 2022   10:21
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyekî ji kantona Efrînê ya dagirkirî çeteyên Polîsên Sivîl ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker Elî Ehmed Reşo (27) ê ji gundên Qujûma yê girêdayî navçeya Cindirêsê revand.

Çavkanî da zanîn ku çeteyan Elî Ehmed Reşo bi bihaneyên derew revand û birin cihekî nediyar.

(eh)

ANHA