Muhsin Ewedullah: Pêkanîna fikrên Ocalan dê aloziyên li Sûriyê û Rojhilata Navîn bi dawî bike

Nivîskarû rojnamevanê ji Misrê Muhsin Ewedullah got rêber Abdullah Ocalan jiyana xwe di oxira azadiya gelên bindest de borand ji ber wê bûye serokekî enternasyonalîst ku gel banga azadiya wî dike. Her wiha diyar kir ku pêkanîna fikrên wî, dê aloziyên li Sûriyê û Rojhilata Navîn bi dawî bibin.

Muhsin Ewedullah: Pêkanîna fikrên Ocalan dê aloziyên li Sûriyê û Rojhilata Navîn bi dawî bike
16 tîrmeh, 2022   03:30
HELEB-MIHEMED EBDO

Dewleta Tirk a dagirker ferzkirina tecrîdeke giran li ser rêber Abdullah Ocalan didomîne. Ji 25`ê Adara 2021`an ve tu agahî têkildarî tenduristiya wî nehatine girtin.

Der barê mijarê û sedamên berdewamkirina tecrîdê û helwstên gel li hemberê de rojnamevan û nivîskarê ji Misrê Muhsin Ewedullah ji ajansa me re axivî.

`KESAYETEK CUDA Û ÎSTÎSA LI ROJHILATA NAVÎN`

Di destpêkê de, Muhsin kesayeta rêber Abdullah Ocalan bi kesayeta yekane ku mîna wê di dîroka Rojhilata Navîn de tune ye bi nav kir û got: “Ez bawer im ku hatina birêz Ocalan di vê dema hesas de ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, da ku rolekê bilîz û herêmê bi pêş bixe ku hertim bi hesin û agir hatiye birêvebirin û gelên wê rastî çewisandin û zulmê hatiye û hertim bûbû cihê pergalên fesad.”

Ewedullah wiha domand: “Abdullah Ocalan ji 24 salan ve girtî ye. Ciwantiya xwe di nav sûrên girtîgehên de di şertûmercên bedbîn, bêhêvî û deprasyonê de derbas kir. Lê ew kesayetek cuda û îstîsna ye li Rojhilata Navîn. Wî ev tarî guhert enerjiyeke ronahiyê û bi rêya wê karî hemû bendan û tariyê têk bibe, gotinên wî ku di girtîgehê de dagirtî kirine, gihand asoyên Rojhilata Navîn û cîhanê.”

Têkildarî belavbûna fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan Ewedullah got: “Rêber Ocalan, yek ji kesayetên herî zêde alîgir û piştevanên wî li seranserî cîhanê hene. Me dît çawa gotinên wî û wêneyên wî li ser hemû malperên medya dijîtal li seranserî cîhanê belav dibin. Tenê ji ber ku jiyana xwe di oxira têkoşîna ji bo azadiya gelên bindest de borand.” 

Her wiha Ewedullah îşaret bi şiyanên rêber Abdullah Ocalan kir ku li cem wî kilîtên çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn, pêşxisitna wê, bidawîkirina serdema zordestiyê li herêmê hene û got: “Ev sedema azarên Ocalan in. Ne Rojhilata Navîn û ne jî rojava, naxwazin gelên herêmê azad bin û di nav demokratiyê de bin. Lê belê dixwazin hertim gelê herêmê di nav şer û nakokiyên li ser bingehên taîfî, êlî û netewî de bin. Heta dengê xwe bilind neke û ev herêm ji cîhanê giştî re bibe pandemî.”

`NE SEROKEKÎ KURD E LÊ BELÊ SEROKEKÎ ENTERNASYONALÎST E`

Ewedullah wiha pê de çû: “Birêz Ocalan projeyek ji bo yekkirina gelên nakok û bi dawîkirina aloziyên wan bi rêya neteweya demokratîk pêşkêş kir ku li ser kursiyên pergalên heyî xeter e û derfetê dide gel ku xwe bi xwe birêve bibe.”

Ewedullah daxuyand ku rêber Abdullah Ocalan ala têkoşîn û berxwedanê li hember dizên pereyên gelan û kujeran bilind kir û ne tenê serokekî kurdî ye lê belê serokekî enternasyonalîst e ku ji bo gelên Rojhilata Navîn şer dike, ji ber wê gelek gelên li cîhanê azadiya wî ji xwe re kirin drûşm.

Têkildarî armanca revandin û dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan Ewedullah got: “Pirsgirêka li Tirkiyê ne bi rêber Ocalan re ye wek kesayet lê belê wek serokekî kurdî pirsgirêka wê pê re heye. Tirkiyê gelek serokên kurdî bi coş pêşwazî dike. Ji ber ku afrînerê felsefe û siyaseta li ser desteserkirina mafan û hilweşandina pergalên talankerên berhem û azadiya gelan ava dibe, pê re aloz e.”

Ewedullah balkişand ser têkiliyên dewletan di komploya navneteweyî de ku di encamê de rêber Abdullah Ocalan dîl hate girtin û got: “Revandin û dîlgirtina wî, doza herî mezin e ku rastiya mafên mirovan a derew eşkere kir. Dewletên kapîtalîst neheqiya ji derdora rib serdemekê li rêber Ocalan hatiye kirin, şermezar nekirin.”

Der barê paşguhkirina sûc û binpêkirinên li dijî rêber Ocalan tên kirin de nivîskar û rojnamevanê ji Misrê got: “Ji ber Ocalan li ser pergalên Rojhilata Navîn û pergalên dagirkerên Kurdistanê gef e û li ser mayîn pergalên serdest ên li ser binpêkirina azadiya gelên xwe ava bûne, tehdîd e, ev sûc tên paşguhkirin. Rêber Ocalan dixwaze mafê diyarkirina çarenûsê bide gelan. Lê pergala cîhanî vê yekê naxwaze. Ew dixwaze pergala çînî mayînde bike, xizmetkar û kole hebin.”

`ÇIRÛSKEK RONAHIYÊ DI VÊ TARIYÊ DE`

Her wiha Ewedullah îşaret bi projeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: “Ev proje, xêrê ne tenê ji Sûriyê re lê belê ji gelên Rojhilata Navîn bi gelemperî re tîne. Ji ber xwedî li fikrên neteweya demokratîk derkeve wek minberekê da ku rê nîşan bide û pêşerojê diyar bike. Mirov dikare vê tecrubeyê bi çirûskek ronahî di vê tariyê de bi nav bike. Dewlet jî dixwazin vê projeyê têk bibin jî heman wan dewletan e ku komplo li dijî rêber Ocalan pêk anîne.” 

Ewedullah di dawiyê de got: “Divê gelê Sûriyê yê welatê xwe hez dikin û bi pêşeroja xwe difikirin piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser û wê biparêzin, li seranserî herêmê belav bikin. Serkeftina vê projeyê ku xwedî li rêgez biratiya gelan, jiyana hevbeş û neteweya demokratîk derdikevin derdikeve, çareserkirina aloziya Sûriyê û vegeran penaberan misoger dike. Her wiha serkeftina tecrubeya demokratîk li Rojhilata Navîn dabîn dike.”

(şx)

ANHA