​​​​​​​`Me li gorî rewşa awarte plansaziya xwe danî`

Endamên rêveber ên saziyên sivîl, xizmetguzarî û partiyên li navçeya Til Temirê diyar kirin ku ew li gorî pêvajoya hesas a ku herêm tê re derbas dibe, tev digerin û ji bo pêşerojê li gorî rewşa awarta plansaziyên xwe danîn.

​​​​​​​`Me li gorî rewşa awarte plansaziya xwe danî`
16 tîrmeh, 2022   01:45
HESEKÊ

Rêveberiya Xweser a BAkur û Rojhilatê Sûiryê di 6`ê Tîrmehê de rewşa awarte li seranserî herêmê li hember êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ragihand.

Li gorî pêvajoya heyî û hesasyiyeta wê, saziyên sivîl, ewlehî û partiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derfetên xwe kirin xizmeta gel û ragihandin ku ew tev li rewşa awarta ya ragihandî dibin.

Endamên rêveber ên saziyên sivîl, xizmetguzarî û partiyên li navçeya Til Temirê ji ajansa me re axivî. Rayedaran balkişand ser pêvajoya hesas û pêwîstiyên ku divê li hember gefên dagirkeriya Tirk bên kirin.

`LI GORÎ HESASIYETA PÊVAJOYÊ EM KAR DIKIN`

Hevseroka Meclisa Navçeya Til Temirê, Semer Xelîl got: “Ji demeke dirêj ve dewleta Tirk a dagirker êrişî navçeyê dike. Di van salên dawîn de, çeteyên DAIŞ`ê bi desteka dagirkeriya Tirk êriş pêk anîn. Di van êrişan de şênî dev ji bajar û axa xwe berneda.”

Semer wiha domand: “Di vê pêvajoyê de, li gel ragihandina rewşa awarte ji aliyê Rêveberiya Xweser, me jî pêwîst dît ku tev lê bibin. Ji bo wê me komîteyên cuda û yên pisporê kar û barên cuda ava kiirn da ku di çarçoveya şerê gel ê şoregerî de li dijî êrişên muhtemel bisekinin.”

Her wiha Semer got; “Gelên herêmê û endamên saziyên sivîl, xwe wek hêzên parastina civakê dibînin. Ev şer, şerê hebûn û nebûnê ye. Dê ev pêvajo ne mîna berê be. Ji ber wê me xwe ji rewşa awarte re li gorî pêvajoya heyî amade kir. Em ê di nava gel de bin û piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bikin.”

`GEFÊN DAGIRKERIYA TIRK PÊWÎST DIKE PLAN JI BO PÊŞEROJÊ DEYNIN`

Mudirê nexweşxaneya Lêgerîn a li navçeya Til Temirê, Luey Bekir got: “Em kadroya nexweşxaneyê, dibêjin rewşa awarte ya Rêveberiya Xweser ragihandiye ne nû ye.  Ji 3 salan ve ji ber êrişên rojane ên li dijî gundên navçeyê, em di nav rewşa awarte de ne.”

Bekir di dawiyê de wiha axivî: “Bi ragihandina Rêveberiya Xweser a rewşa awarte re, me plan ji bo pêşerojê danîn, amûr û nuqteyên xwe yên tenduristiyê li herêmê amade kirin. Me hemû tedbîrên pêwîst li gorî pêvajoya heyî ya hesas girtin.”

`DIVÊ HEMÛ SEFERBERIYA GIŞTÎ RAGIHÎNE Û LI GORÎ PÊVAJOYA HESAS KAR BIKE`

Endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ridwan Xelef got: “Ragihandina rewşa awarte, biryareke di cih de ye. Ji ber gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê cidî ne.”

Xelef ev li gotinên xwe zêde kir: “Dewleta Tirk a dagirker li ser asta NATO`yê tev geriya û ji bo tevlêbûna Siwêd û Fînlandiya şert danîn jê pêkanîna êrişan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina herêmên din ên Sûriyê ne.”

Xelef bang li gelên herêmê kir ku li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî seferberiya giştî ragihînin û wiha domand: “Divê hemû li rex hêzên leşkerî di heman xendekî de bisekinin. Ji ber dewleta Tirk a dagirker hewl dide osmaniyê vejîne û Mîsaqî Millî pêk bîne.”

Di dawiyê de Xelef got: “Divê partiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî seferberiyê ragihînin, hevalbendan ava bikin, gel amade bikin û birêxistin bikin. Li hember gefên dewleta Tirk a dagirker tev li rewşa awarte bibin.”

(şx)

ANHA