TEV-ÇAND û Hîlala Zêrîn amadekariyên şahiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê dikin

Hunermendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên pîrozbahiyên salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê dikin. Hevserokê TEV-ÇAND Mezopotamya diyar kir ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê bûye mertalê mîsogerkirina hebûna gelan, cejna demokrasiyê û têkbirina dagirkeriyê.

TEV-ÇAND û Hîlala Zêrîn amadekariyên şahiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê dikin
15 tîrmeh, 2022   04:30
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her sal bi hatina 19`ê Tîrmehê roja guhertin û veguhertina çarenûsê; destpêkirina şoreşa Rojava, çavê wan li şahiyên pîrozbahiyê ye. Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê û Hîlala Zêrîn jî her sal li gorî rewşa herêman şahiyan li dar dixin.

Îsal jî tevî gef û êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî Tev-Çand Mezopotamya û Hîlala Zêrîn tevî hunermend û komên ji hemû pêkhateyan amadekariyên şahiyên girseyî dikin.

Hevserokê Tev-Çand Mezopotamyayê Ednan Îbrahîm bal kişand ser girîngiya pîrozkirina 10`emîn salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê ji bo pêkhateyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Îbrahîm

Ednan Îbrahîm diyar kir ku gelên herêmê li dijî planan 19`ê Tîrmehê ji xwe re kiriye rojeke dîrokî û got: “19`ê Tîrmehê bû vejîneke nû ji gelan re, bû vejîna aştî û demokrasiyê, pêkhateyên heyî li herêmê bi fikrên rêber Ocalan li ser sîstema neteweya demokratîk dijîn, ev proje ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd e, bûye nimûneyeke cîhanî.”

Îbrahîm got: “Di vê salê de careke din gefên dewleta Tirk a dagirker dewam kirin, bi serkêşiya AKP û MHP`ê yên faşîst û çeteyên DAIŞ`ê. Her dem şer, pevçûn, komkujî û her cure hewldanên tunekirina gelan tên kirin. 19`ê Tîrmehê bûye mertalê mîsogerkirina hebûna gelan û mirovahiyê li Rojava. 19`ê Tîrmehê ji gelan re bûye mîna cejnekê, cejna aştî û demokrasiyê.”

‘DÊ HUNERMENDÊN LI DERVEYÎ ROJAVA JÎ AMADE BIBIN`

Ednan Îbrahîm destnîşan kir ku ev sal herêm rastî êrişan tê, 19`ê Tîrmehê li hemberî van bûyeran sembola lihevkirina gelan e û got: “Ji ber gel û hêza me ya leşkerî biryara şerkirina li hember êrişên dagirkeriyê daye, em ê jî pîrozbahiyên xwe nesekinînin, em amadehiyên girseyî dikin.”

Îbrahîm got: “Îsal bi awayekî cuda ji salên borî dê şahî bên lidarxistin, şahî navendî ne. Hewldanên me hene ku hin hunermendên jî Başûrê Kurdistanê û derveyî welat vexwînin şahiyan, li gorî derfetan ew jî amade bin. Em dixwazin hunermendên enternasyonal jî vexwînin, niha em di nava têkiliyan de ne.”

Ednan Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku hîn biryara dîroka lidarxistina şahiyên 19`ê Tîrmehê nehatiye dayîn û got: “Dibe ku şahî di heman rojê de be yan rojekê berî yan jî piştî wê.”

ANHA