ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-07-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-07-2022
14 tîrmeh, 2022   23:00

- Mîna bi hezaran jinên têkoşer, şehîd Avzem Çiya di rêya şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de canê xwe da. Biryara tevlêbûna nava tevgera rizgariya Kurdistanê û li hemberî dijminê ku bi hemû rê û rêbazan hewl dide gelê Kurd qir bike, sekinî.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an, li pişt xwe 10 salên tijî destkefî hiştin, ku bi saya fedekariyên zêdetirî 12 hezar şehîd û zêdetirî 20 hezar birîndarên şer pêk hatin yên ku parçeyên laşên xwe di oxira pêkanîna destkeftiyên siyasî, leşkerî û civakî de feda kirin. Wan hişt ku şoreş bibe hejmareke zehmet ku li hundir û derve nikare bê paşguhkirin. .(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berxwedana 14`ê Tîrmehê ya girtîgeha Amedê hişt ku Kurd têkildarî parastina hebûna xwe dest bi qonaxeke nû bikin. Li ser vê welatparêz Ebdulkerîm Saroxan da zanîn ku rihê Berxwedana 14'ê Tîrmehê berxwedanê di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê-  Bakur û Rojhilatê Sûriyê de diyar dibe. .(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hunermendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên pîrozbahiyên salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê dikin. Hevserokê TEV-ÇAND Mezopotamya diyar kir ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê bûye mertalê mîsogerkirina hebûna gelan, cejna demokrasiyê û têkbirina dagirkeriyê. .(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komînên Reqayê destnîşan kirin ku ew amade ne di bin rewşa awarte de, êrişên dewleta Tirk a dagirker têk bibin, her wiha bang li Sûriyan kirin ku tev li rewşa awarte bibin. .(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Rêveber ê Nivîsgeha Tevlêbûnê ya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê diyar kir ku bi zêdebûna gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê re, tevlêbûna nava refên meclisê zêde bûye. .(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Başûrê Sûriyê dîsa di rojevê de ye, behsa "herêma ewle" li wir tê kirin. Hinek wekî propagendayekê bi nav dikin, hin din jî wekî destpêkê avakirina pergaleke nû ya herêmî bi desteka Amerîka-Îsraîl-Erebî nîşan didin. Rastiya vê axaftinê çi ye? Siyasetmedarên sûrî li ser wê çi dibêjin? .(BI WÊNE).

- Lêkolîner Munîr Edîb destnîşan kir ku têkbirina rêxistinên terorîst bi têkbirina bi dewleta Tirk a dagirker re destpê dike û got, xwespartina hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji xwespartina civata navneteweyî çêtir e. (BI WÊNE).

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

- Di demên dawî de axaftina li ser nêzîbûna Çavçoveya Hemahengiyê ji avakirina hikumeta Iraqê derketin.  Li şîrovkar dibêjin ku nakokiyên kurdî li pêşiya avakirina hikumetê dibe kelem. .(BI WÊNE).

ANHA