Ji bo gerîlaya HPJ'ê sersaxî hat xwestin

Li navçeya Tirbespiyê ji bo gerîlaya Hêzên Parastinê Jinê (HPJ) ên Rojhilatê Kurdistanê Sena Mayûf  (Rûken Jiyan) sersaxî hate xwestin.

Ji bo gerîlaya HPJ'ê sersaxî hat xwestin
Ji bo gerîlaya HPJ'ê sersaxî hat xwestin
Ji bo gerîlaya HPJ'ê sersaxî hat xwestin
Ji bo gerîlaya HPJ'ê sersaxî hat xwestin
Ji bo gerîlaya HPJ'ê sersaxî hat xwestin
Ji bo gerîlaya HPJ'ê sersaxî hat xwestin
Ji bo gerîlaya HPJ'ê sersaxî hat xwestin
Ji bo gerîlaya HPJ'ê sersaxî hat xwestin
Ji bo gerîlaya HPJ'ê sersaxî hat xwestin
14 tîrmeh, 2022   13:54
QAMIŞLO

Ji bo gerîlaya Hêzên Parastinê Jinê (HPJ) ên Rojhilatê Kurdistanê Rûken Jiyan (Sena Mayûf) ya ku 1'ê Tîrmeha 2022'yan li herêma Şahoyê şehîd bûbû, konê sersaxiyê li ber mala wê ya li navçeya Tirbespiyê hatvenda. Bi sedan şêniyên navçeya herikîn bin kon û sersaxî xwestin.

Di bin konê sersaxiyê de deqeyeke rêz hate girtin. Piştre hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo Hêvî Seyîd axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest, behsa rola şehîdan di parastina gelan ji şer û bandorên siyaseta dewletên kapîtalîzmê de kir.

Ji fermandarên QSD'ê Mihemed Zêdan jî axivî, anî ziman ku keç û xortên herêmê erka parastina herêmê girtin ser xwe, heta dilopa dawî ya xwîna xwe li hember dijmin sekinîn  da ku gel bi aramî û aştî bijîn.

Zêdan bal kişand ser berxwedana gerîlayan a li çiyayên Kurdistanê û da zanîn ku bi saya berxwedanan şehîdên mîna Rûken û hevalên wê dagirkeran derbe xwarin. Mihemed Zêdan di dawiyê de soza şopandina xeta şehîdan da.

Di merasîmê de endama Meclisa Giştî ya PYD'ê Hediya Şemo jî got, dewleta Tirk siyasetên mêtîngeriyê li djiî gelên herêmê dimeşîne, hewl dide dîrok û mîraseya pêkhateyên li ser xaka Mezopotamiya ya dewlemend îmha bikin.

Hediya Şemo da zanîn ku Tirkiyê hewl dide qada dagirkeriyê berfireh bike û planên dewleta Osmanî li herêmê zindî bikin.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Apê şehîd Rûken, Iweyîd Mayûf sersaxî ji beşdaran re xwest û soza şopandina xeta şehîdan da.

Merasîm bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA