Şêniyên herêma Firatê şehîdên  Berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn

Şêniyên herêma Firatê bi dirûşmeya "Berxwedan Jiyan e" şehîdên berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn. Endamê Desteya Rêveber a PYD`ê Ehmed Xoce axivî û got: "Berxwedan ji beriya zêdetirî 40 salan dest pê kir ji gelên di bin zilm û destpotiyê de bûye rêya xilasiyê."

Şêniyên herêma Firatê şehîdên  Berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn
14 tîrmeh, 2022   13:19
KOBANÊ

Bi boneya salvegera berxwedana rojiya mirinê ya pêşengên Tevgera Rizgariya Kurdistanê ya di girtîgeha Amedê de 14`ê Tîrmeha 1982`an, li navçeyên Sirîn, Şêran û bajarê Kobanê 3 civîn li dar ketin.

Bi dehan welatî, endamên saziyên sivîl û kesayetên welatparêz û partiyên siyasî tev li civînan bûn.

Li bajarê Kobanê civîn li Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner li dar ket. Di civînê de endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce axivî û îşaret bi berxwedana pêşengên Tevgera Rizgariya Kurdistanê ya di girtîgeha Amedê kir. Xoce da zanîn ku ew berxwedan îro ji gelê zehmetiya zilim û zordariyê dikişîne re bûye rêya xelasiyê.

Xoce got: "Gelê bi qirkirinê re rû bi rû mabûn, bi saya lehegên ku canên xwe feda kirin, xwe rizgar kirin. Axaftina hevalan beriya şehîd bibin têrê dike ku rihê berxwedanê di dilê gelê Kurd de ava bike.''

Xoca diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl da Tevgera Rizgariya Kurdistanê têk bibe, lê berovajî wê pêk hat û berxwedana kadroyên vê tevgerê nîşan da wekî derbeya giran a li dijî hewldanên dijmin bû.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Kobanê Mehmûd Dîmo axivî û got, kurdê ku ditirsiya bêje ew Kurd îro bi saya vîna lehengên di girtîgeha Amedê de bi xurtî dibêje. Îro kêliyên dîrokî dinivîsin û di wê baweriyê de ku ew ê salên bê gelek tişt ji kurdan re werin diyarkirin.

Mehmûd Dîmo diyar kir ku kesên di girtîgeha Amedê de li hemberî dewleta Tirk a dagirker sekinîn leheng bûn û dîrokeke nû ji kurdan re nivîsandin û êrişên îro li ser herêmê têne têne berdewamiya wan rojan e.

Civîn bi sloganên "Berxwedan Jiyan e" bi dawî bû.

(eh)

ANHA