Seroka BRICS’ê: Dibe ku Misir, Siûdî û Tirkiyê tev li komê bibin

Seroka Foruma Navneteweyî ya Welatên Koma BRICS’ê ragihand ku Misir, Erebistana Siûdî û Tirkiye jî niyet dikin tev li komê bibin.

Seroka BRICS’ê: Dibe ku Misir, Siûdî û Tirkiyê tev li komê bibin
14 tîrmeh, 2022   07:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Seroka Foruma Navneteweyî ya Welatên Koma BRICS’ê Purnima Anand ji rojnameya ‘Izvestia’ ya rûsî re got dibe ku di demeke nêz de Tirkiye, Misir û Erebistana Siûdî tev li komê bibin.

Purnima bi bîr xist ku Çîn û Rûsya ev mijar di civîna 14`emîn a BRICS’ê de nîqaş kiriye ku bi awayekî online di 23-24`ê Hezîranê de hatibû lidarxistin.

Purnima got: “Ev dewlet amadekariyên pêşkêşkirina daxwazên endamtiyê dikin. Ez vê wek gaveke baş dibînim, diyar e ku dê bandora BRICS’ê li tevahî cîhanê zêdetir bike.”

Her wiha diyar kir ku tevlêbûna Misir, Siûdî û Tirkiyê dibe ku ne di heman demê de be.

Koma BRICS ji dewletên Brazîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Başûrê Afrîkayê pêk tê.