Ermenên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çanda xwe vedijînin

Ermen li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya kursên zimanê ermenî hewl didin çanda xwe vejînin. Xwendekar tekeziyê bi girîngiya parastina çanda ermenî û belavkirina wê dikin û dibêjin ku ew bi vê derfeta ku Rêveberiya Xweser ji wan re peyda kiriye, kêfxweş in.

Ermenên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çanda xwe vedijînin
14 tîrmeh, 2022   04:24
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Meclisa Civakî ya Ermenî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê Hezîranê, yekemîn kursên zimanê ermenî dan destpêkirin. Meclis hewl dide Ermenan fêrî zimanê ermenî bike û mamosteyan amade bike. Kurs dê 3 mehan berdewam bike û rojê 4 saetan tên dayîn.

25 kesên tev li kursan bûne, diyar kir ku ev kurs ji bo ziman û çanda ermenî gaveke girîng e. Her wiha kêfxweşiya xwe bi vê derfetê anîn ziman piştî ku ji ber siyasetên asîmîlasyonê û qirkirinê yên li ser wan hatine meşandin, jê bê par mabûn.

Patîl Girîgor got: “Ji bo vejandina çanda ermenî û parastina wê, ev kurs gelekî girîng e. Bi taybet piştî ku ji ber pergalên berê em jê mehrûm bûn. Ev kurs ji bo me gelek girîng e da ku em jî mîna pêkhateyên din bi zimanê xwe biaxivin.”

Hayîk Sosiyan jî kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Ev cara yekê ye em tev li kursên zimanê ermenî dibin. Ev yek bi saya Rêveberiya Xweser pêk hat ku piştî salên dirêj ji mehrûmbûnê derfet da me ku em fêrî zimanê xwe bibin.”

Sosiyan diyar kir ku ji ber komkujiya sala 1915`an bi destê dewleta Osmanî û li Sûriyê jî ji ber siyaseta nîjadperestiyê çand û zimanê ermenî winda dibû.

Xwendekar bang li Rêveberiya Xweser dikin ku zimanê ermenî derbasî materyalên fermî bike da ku zimanê ermenî belav bibe.

Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê re Ermenan jî cihê xwe di şoreşê de girt. Li rex pêkhateyên din di heman xendekê de herêm parast. Şoreşê derfet da Ermenan ku mafên xwe bi dest bixin û bi awayekî çalak tev li rêveberiyê bibin.

(dm)

ANHA