​​​​​​​Siyasetmedar: Dewleta Tirk a dagirker her carê DAIŞ’ê bi nav û alên cuda bi kar tîne

Di dema ku hemû nêrîn li herêmên dagirkirî ne, siyasetmedarekî diyar kir ku yên ku li kêleka dewleta Tirk a dagirker şer dikin çeteyên DAIŞ’ê ne ku her carê wan bi nav û alên cuda bi kar tîne.

​​​​​​​Siyasetmedar: Dewleta Tirk a dagirker her carê DAIŞ’ê bi nav û alên cuda bi kar tîne
14 tîrmeh, 2022   01:42
HESEKÊ – OLVA HEC MENSÛR

Rêveberiya Navendî ya Amerîkayê sêşema borî, kuştina serçeteyekî DAIŞ’ê di encama êrişeke hewayî li derveyî navçeya Cindirêsê ya ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve dagirkirî de, ragihand.

Her wiha gelek rapor û belgeyan têkiliyên dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên DAIŞ’ê re û destekdayîna wê ji şaneyên DAIŞ’ê li Sûriyê re, eşkere kirin. Nexasim piştî kuştina serçeteyên rêxistinê li deverên ku di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne, tevî ku ew jî endama Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê ye.

Siyasetmedar û endamê nivîsgeha siyasî ya Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê, Muslim Ebas, diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker piştgira herî mezin a çeteyên DAIŞ’ê ye û gotina xwe bi belgeyên ku têkiliyên wan eşkere dikin, piştrast kir. Her wiha diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê ji bo pêkanîna ajande û daxwazên dewleta Tirk a dagirker hatine çêkirin û got: “Dewleta Tirk a dagirker çeteyên DAIŞ’ê ji bo berjewendî û ajandeyên xwe bi nav û alên cuda bi kar tîne.”

Ebas di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku sedema zêdebûna êriş û gefên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hewldana dewleta Tirk a dagirker a tolhildana çeteyên DAIŞ’ê û serçeteyên wê yên ku di deverên dagirkirî de hatine kuştin e.

Dewleta Tirk a dagirker herêmên ku wan dagir kirine “Cerablus, Ezaz, Efrîn, Bab, Idlib, Girê Spî û Serêkaniyê” veguherandine herêmên ewle ji bo çeteyên DAIŞ’ê ku xwe tê de bi rêxistin bikin.

Siyasetmedar Ebas her wiha bûyerên ku piştgiriya dewleta Tirk a dagirker ji çeteyên DAIŞ’ê re eşkere dikin, anîn ziman; “Êrişa çeteyên DAIŞ’ê li ser Kobanê di 2014’an de bi plankirina dagirkeriya Tirk bû ku sînorên xwe ji wan re vekirin da ku derbasî Kobanê bibin.”

Her wiha Ebas diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker çûn û hatina çeteyên DAIŞ’ê di nav xaka Sûriyê de û derbaskirina wan ji Ewropa heta bi herêmê ve, hêsan kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker korîdorek bû ji bo derbaskirina çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî ber bi Sûriyê ve.”

Siyasetmedar Muslim Ebas diyar kir ku sedema domandina êrişên dagirkeriya Tirk, bêdengiya civata navneteweyî di serî de Koalîsyona Navneteweyî ye û got ew berpirsa kiryarên çeteyên DAIŞ`ê ne.

Ebas dît ku hêzên navneteweyî baş dizanin ên ku li kêleka dagirkeriya Tirk bi navên cuda li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şer dikin, çeteyên DAIŞ’ê ne. Her wiha destnîşan kir ku civata navneteweyî ji bêdengiya xwe derkeve û sînorekê ji dagirkeriya Tirk û sûcên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê deyne.

(mh)

ANHA