Di şoreşa Rojava de jî ‘dê dawî bi heybet be’ - Alî Dîlok

Di şoreşa Rojava de jî ‘dê dawî bi heybet be’ - Alî Dîlok
14 tîrmeh, 2022   00:39

Şoreşa Rojava ya ku di bin êriş û gefan de 10 salên xwe derbas kirin, gihaştiye qonaxeke giran. Hebûna wê bûye mijareke navneteweyî û her wiha gefên dewleta Tirk pirsgirêkek e ku divê bê çareserkirin. Ji ber ku esasa vê pisrgirêkê hebûn û destkeftiyên Kurdan e, hemû hewldan girîng bin jî, ji bilî şer rêyeke din tune ye û divê berxwedaneke mezin çêbe. Ji ber ku sîstema desthilatdar a Tirk hebûna xwe li ser tunebûna Kurdan bi wate dike. Ji xeynî berxwedan û serkeftinê tu tiştekî din nikare encama ku tê xwestin, bide û tiştên din tenê dê pêvajoyê dirêj bikin. Bi qasî xurtkirina nirxên ku hatine avakirin, ji bo sîstemeke mayînde pêdivî bi parastina wan jî heye.

Pêşveçûna forma şoreşa Rojava, rewşa heyî û encamên ku di nava xwe de ava kirine, ji bo sedsala 21’an modeleke şoreşa mirovahiyê ye. Pêvajoya ku bi pêşengiya gelê Kurd bi pêş ketiye, di serî de ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya Rojhilata Navîn li hember hemû zordariyan şîara “ji derveyî jiyana adetî jiyaneke din jî mimkun e!” da ber çavan û nîşan da.

Tenê Tevgera Azadiya Kurdistanê pêvajoya ku bi “Bihara Erebî” dihat binavkirin û li Sûriyê bandor kir ku rewşeke kaosê derkeve, rast û durist fêm kir. Ji ber têkiliya rehdar a bi tevgera azadiyê û rêber Abdullah Ocalan re gelê Rojava bi derfetên teng û di demeke kin de xwe bi rêxistin kir û li ser xeta xweqebûlkirinê xwe da ber çavan û ji vê rewşa kaosê xwe parast. Bi zextan israr hatiye kirin da ku xwe bidin aliyekî. Li hember hemû van tiştan jî gelê Rojava li ber xwe daye û dîtiye alîgirên ku wek alternatîf hatine pêşkêşkirin, ji bilî bêçareseriyê tu tiştekî nadin gelan. Ji ber vê yekê xwe wek hêza çareseriyê daye nîşandan.

Ev pêvajoya ku li Kobanê dest pê kir, pêngavek e ku kevneşopa mîlîtanî ya Apoyî wek însîyatîf daye destpêkirin. Derdorên PDK û ENKS’ê bi çeteyên bêrêgez û ji bo bikaranînê kêrhatî ne ku wekî ‘Artêşa Azad’ tên binavkirin, ber bi hevparîbûnek ve çûn. Piştî nimêja înê ku bi çeteyan re amadekariya êrişa Kobanê dikirin, rojek beriya wê 19’ê Tîrmehê roja pênçşemê dest dan ser hemû saziyên dewletê û rewşa şoreşa de facto dest pê kir. Piştre pêl bi pêl li hemû Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşîneke giran belav bû.

Ev forma pêşveçûnê, aliyên ku hesabên herêmî dikirin, matmayî hiştin û hesabên wan xira kirin. Ji aliyekî ve bi pêşengiya gelê Kurd ê ku di Rojhilata Navîn de gelê herî qedîm û tune tê qebûl kirin, bi gotarên dinamik rastiya gelekî mîlîtanî hat dîtin û gelê Kurd ji bo statuya herêmê wek gef hatiye qebûlkirin. Ji aliyekî din ve jî têkoşîna li hember DAIŞ’ê û bi pratîkan da nîşan ku çi qas bi hêz e, ji ber vê bala hêzên hegemon kişandiye. Ev rewş, bû sedema ku dewleta Tirk û hêzên kevneperest bêhtir polîtîkayên dijminane bi pêş bixin û di qada navneteweyî de ji bo Kurdan têkiliyên cuda bi pêş xist û ji Tevgera Azadiya Kurdistanê re derfetên vekirina qadan ava kirin.

Hêzên hegemon, polîtîkayên ku vê pêvajoyê wek têkoşîneke tenê li hember DAIŞ’ê, her tim bi sînorkirin û statukoya ku heremê di bin zordariyê de bihêle, bi israr bûn. Ya herî girîng paradîgmaya Apoyî ya ku ji bo ev struktur motivasyona esasî ye, bi polîtîkayên biisrar nehatiye dîtin û qebûlkirin. Şaşiya esasî ew e ku Apocîyan tenê wek şervan dibînin. A ku di rastiyê de heye, di pêvajoya 10 salan de ev struktura ku di serî de DAIŞ, dewleta Tirk û çeteyên wan re şer dike di heman demê de struktureke civakî jî ava dike.

Ev struktur, azadiya jinan esas digire û civakê li ser vê ava dike û jinan di jiyanê de derdixe pêş, ji xwezayê re, ji civakê re bi hest, ji xisletan re, ji baweriyan re qada jiyanê vedike da ku paradîgmaya demokratîk û kollektîf, bi rêya meclisan li ser hemû şaneyên civakê ava bike û wek modela çareseriyê derxistiye holê.

Li hember dorpêçan, êrişan û bêaramiyê jî qadên ku di kontrola Rêveberiya Xweser de li tevahiya Sûriyê bûne qadên herî demokratîk, herî aram û dewlemendiya wê herî bilind. Ev destkeftiyên ku di 10 salên dawîn de hatine bidesxistin, mirov dibîne ku bûne sedema êrişan.

Di vê atmosferê de dewletên herî xurt jî ketine nava panîkê. Li hember çeteyên DAIŞ’ê û bi destpêka şoreşa Rojava re YPG’ê damezirandina xwe îlan kir û bû yekane hêza ku berxwedan û bi ser ket. Ev vîn, ji rastiya mîlîtanî ya fedayî ya Apoyî, ji hesreta azadiyê ya gelê Kurd û ji Şoreşa Rojava cuda nayê şîrovekirin. Ev nêzikatiya ku azadiya Kurdan nede pêş, tasfiyeker e û hêzên navneteweyî di serî de di vê pozîsyonê de ne.

Ceribandina Komara Kurdistanê ya ku demekr kin (11 meh) berdewam kir, di bîra Kurdan de rêçên kûr hiştine. Şoreşa Rojava jî di 10 salên derbasbûyî de derfetên ku bi sed hezaran zarok bi zimanê dayikê perwerdeyê bibînin û nişfên ku bi zimanê dayikê perwerde dîtin, ava kirine. Bi saya saziyên civakî mekanîzmayên ku hemû pirsgirêk û pêdivîyên civakî çareser bike, ava kirine. Li heremê sîstemeke ku hemû etnîsîte û bawerî xwe tê de bi azadî îfade bikin, ava kiriye û ji bo gelên heremê çanda rêveberiya kollektîf û beşdar bi rêya meclis û komînan ava kiriye. Ya girîngtir jî jin bûn kirdeyên esas. Ji qada leşkerî heta ewlehiya hundirîn, ji aborî heta tenduristiyê, li her dera jiyanê bi perspektîfa azadiya jinan ji nû ve ava kir û di guhertina zîhniyeta desthilata mêran de rêyên girîng bi dest xistin.

Bi kurtasî Tevgera Azadiya Kurdistanê, ne tenê li Rojava li hember DAIŞ û dewleta Tirk şer kiriye, di heman demê de di qadê de modela jiyaneke nû ava kiriye. Şoreşa Rojava bûye şoreşa gelan. Bi hemû kêmasiyan jî şoreşa Rojava, wek berhemeke birûmet a Tevgera Azadiya Kurdistanê  dê xwe biparêze û mayîndebûnê de bi ser bikeve.

Ji lew re wekî ku şehîd Çîyager jî gotiye; “Çi dibe bila bibe, dê dawiya şoreşa Rojava bi rûmet be!”