​​​​​​​Li Srî Lankayê rewşa awarte hat ragihandin

Piştî reva serokê Srî Lankayê ji welat, rewşa awarte hat ragihandin û li şûna wî serokwezîr Ranil Wickremesinghe wek serokê dewletê hate erkdarkirin.

​​​​​​​Li Srî Lankayê rewşa awarte hat ragihandin
13 tîrmeh, 2022   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`ê, piştî ku serokê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa ji welatê xwe reviya, li Srî Lankayê rewşa awarte hat ragihandin û serokwezîr Ranil Wickremesinghe wek serokê dewletê hate erkdarkirin. 

Serokê Meclisa Nûneran bi daxuyaniyekê ragihand ku serokwezîrê Srî Lankayê Ranil Wickremesinghe li şûna Botabaya Rajapaksa wek serok hate erkdarkirin.

Berdevkê serokwezîr Dinoc Columbag têkildarî mijarê got: "Madem serok ji welat derket, me li welêt rewşa awarte ragihand."

Li aliyê din, polîsên Srî Lankayê ji bo belavkirina bi hezaran xwepêşandêrên li pêş nivîsgeha serokwezîr, gaza rondikrêj bi kar anî.

Xwepêşandêr dixwazin serokwezîr Ranil Wickremesinghe jî îstifa bike.

Ji dema serxwebûna Srî Lankayê di 1948`an de, li welêt krîza aborî ya herî xirab heye.

(eh)