​​​​​​​Dewleta Tirk û çeteyên wê ava stasyona Elok kêm kir

Hevserokê Gerînendetiya Avê ya Hesekê, destnîşan kir ku di vê dawiyê de ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser torên kehrebeyê yên stasyonê, ava ji stasyona Elok ku digijêhe herêmê bi rêjeya ji sedî 50 kêm bûye.

​​​​​​​Dewleta Tirk û çeteyên wê ava stasyona Elok kêm kir
12 tîrmeh, 2022   03:20
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Şêniyên Hesekê ji zêdetirî hefteyekê ve, ji ber êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser torên kehrebeyê yên stasyonê, ji ber kêmbûna avê zehmetiyan dikişînin.

Di vî warî de şêniyên Hesekê destnîşan kirin ku li gel bilindbûna pileyên germahiyê di havînê de, dagirkeriya Tirk qutkirina avê li ser herêmê didomîne ku yek ji hîmên serekê yên jiyanê ne.

NY di 10`ê Tîrmeha 2010`an de di civînekê de, biryarek erê kir ku di çarçoveya mafên mirovan de ji mafê endaman e ku avê bi dest bixe û ew mafekî bingehîn e. Lê dewleta Tirk a dagirker avê digire û wek kaxizeke zextê li dijî gelên herêmê bi kar tîne.

KUŞTINA JI TÎBÛNÊ ÇEKEKÎ NÛ YA DAGIRKERIYA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ

Şêniyên Hesekê diyar kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi domdarî avê li ser wan dibirin û wê wek çekekî li dijî wan bi kar tîne da ku wan ji tîbûnê bikuje.

Beriya wê jî çeteyên dagirkeriya Tirk di aloziya Sûriyê de av wek çekekî bi kar anî; li Heleb û Şamê û niha jî li dijî şêniyên Hesekê bi kar tînin.

/kr/uploads/files/2022/07/11/185801_-.webp

Der barê kêmbûna avê de di vê dawiyê de hevserokê Gerînendetiya Avê ya Hesekê Yehya Hemê diyar kir ku, ava ji stasyona Elok tê, bi rêjeya ji sedî 50 kêm bûye ji ber êrişên wê yên li dijî torên kehrebeyê ku di encamê de bîr û hilmij bi rêbaza ku tê xwestin nayên xebitandin da ku av bigihêje bajarê Hesekê.

Hemê balkişand ser mekanîzmeya gihandina avê ji taxan re û got: “Berê me av rojane dida hemû taxên bajêr, lê niha û piştî kêmbûna ava ji stasyonê tê, mekanîzme hat guhertin û êdî her du roj careke em avê berdidin.”

Şêniyan jî diyar kir ku xwediyên sahrîcên taybet, vê rewşê bi kartînin û avê bi nirxên biha ji wan re tînin ku ne li gorî rewşa wan a aborî ye. Her wiha bi bîr xistin ku nirxê bermîla 5 lîtrî 7 hezar heta 8 hezar lîre ye.

Şêniyan bang li aliyên têkildarî kir ku stasyona Slok ji bin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê derxin.

Ji bo derbaskirina kêmbûna avê û rêgirtina li pêşiya keysbaziya xwediyên sahrîcên taybet, Gerînendetiya Avê ya Hesekê bi komîn û meclisan re koordîne kir da ku mekanîzmeya belavkirina avê bi rêya sahrîcan li ser şêniyan bi rêya komînên taxan, pêk bînin.

Nirxê bermîla avê ya girêdayî gerînendetiyê 500 lîre ye. Hevserokê gerînendetiyê Yehya Hemê got: “Armanca me, em barê şêniyan sivik bikin.”

Stasyona Elok li rojahilatê bajarê Serêkaniyê ye. Avê ji zêdetirî milyonek û 500 hezar şêniyên Hesekê û navçeyên wê, gelek koçberên li kampên Hol, Erîşe û Weşûkanî re peyda dike.

(şx)

ANHA