Li rojavayê Helebê serçeteyek hate kuştin û 2 çete jî birîndar bûn

Hêzên hikumeta Şamê nuqteyên çeteyan ên li bejahiyên Idlib û Helebê kirin armanc, di encamê de yek hat kuştin û du jî birîndar bûn. Çeteyan jî baregehên hêzên hikumeta Şamê yên li bejahiyên rojhilatê Idlibê topbaran kirin.

Li rojavayê Helebê serçeteyek hate kuştin û 2 çete jî birîndar bûn
11 tîrmeh, 2022   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê êrişî eniya Keferema ya bejahiya rojavayê Helebê kir, di encamê de serçeteyekî çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker hate kuştin û du çeteyên din jî birîndar bûn.

Têkildarî mijarê çeteyên "Fetih El-Mûbîn" bi hawinan êrişî baregehên hêzên hikumeta Şamê ên li eniya Cobas a rojhilatê Idlibê kir, di heman demê de hêzên hikumetê jî herêmên li Bênîn û Filêfil ên çiyayê Zawiyê yên başûrê Idlibê kirin armanc. Agahiyên der barê kuştiyan de ne diyar in.

Hêzên hikumeta Şamê "nuqteyên belavbûnê" yên dagirkeriya Tirk li bakurê Seraqibê yê Idlibê kir amranc.

(eh)