PDK’ê 4 welatparêz û pêşmerge destgîr kir-hate nûkirin

Çekdarên ser bi PDK’ê ve li gund û navçeyên Amediyê bi ser gelek malên welatiyan û pêşmergeyan de girtin û di encamê de nêzî 80 kesî destgîr kirin.

PDK’ê 4 welatparêz û pêşmerge destgîr kir-hate nûkirin
11 tîrmeh, 2022   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên taybet û yên herêmî hatiye girtin, berê niha du rojan hêzeke taybet a ser bi PDK’ê li gund û qezayên Amediyê ya ser bi parêzgeha Dihokê dest bi operasyoneke siyasî kiriye.

Hate ragihandin di encama operasyona çekdarên PDK’ê de heta niha 4 kes li herêma Şêladizê, Sersingê û Dêralokê hatine binçavkirin.

Li gorî axaftinên welatiyên li herêmê di nava kesên hatine destgîrkirin de pêşmerge jî hene.

Her wiha hate gotin, sedema destgîrkirina van welatiyan ji ber nerazîbûna li dijî dagirkeriya Tirk e. 

Hêjayî gotinêye, ji ber zextên PDK’ê yên li ser welatiyan heya niha agahiyên zelaltir ji herêmê nehatine girtin, hejmara destgîrkiriyan û birine ku derê nehatiye zanîn. Her wiha têkildarî nasnameya kesên hatine destgîrkirin jî hîn agahiyên zelal bidest neketine. Heya niha tenê wêne û nasnameya du kesên bi navê, Zêrevan Dêresî û navê pêşmerge jî Elî Pinyanişî ye.

Hêjayî bibîrxistinêye ev operasyona siyasî hemwextî tengavbûna artêşa Tirk a li Zap’ê tê û guman heye ku operasyon li ser fermana MİT-Parastin hatibe kirin.