​​​​​​​Li Lîbyayê li asoyan çareserî xuya nakin

Li Lîbyayê piştî xwepêşandanên gel û berdewamkirina destwerdanên derve tu çareserî li asoyan xuya nakin, lê belê roj bi roj bi girêktir dibe.

​​​​​​​Li Lîbyayê li asoyan çareserî xuya nakin
11 tîrmeh, 2022   06:00
QAHÎRE-EMANÎ EZAM

Ji roja înê de ji ber rewşa jiyanî ya xirab, qutbûna kehrebeyê û bihabûnê, li gelek bajarên Lîbyayê xwepêşandan pêk hatin.

Ew tevlihevî piştî rojekê ji bidawîbûna dan û standinên li Cinêvê yên bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) derket ku armanc jê danîna zemînekê ji bo pêkanîna hilbijartinan bû, lê belê bê encam bi dawî bûn.

Ji serhildana 2011`an ve ku NATO`yê piştgirî dayê û Mûemar Qedafî ji desthilatê hate dûrxistin, li Lîbyayê tevlihevî berdewam e. Lê belê piştî serhildana 2011`an li welêt demokrasî pêk nehat, berovajî desthilat û herêmên di bin serweriya mîrên şer de ku destekê ji hêzên derve digirin, derketin holê, nexasim dewleta Tirk ku welat bi çeteyan û serçeteyên El-Qaîdeyê dagirt.

Niha li Lîbyayê 2 hikumetên dijber hene. Di Sibata borî de parlamentoyê ku navenda wê li rojhilatê Lîbyayê ye, Fethî Başaxa wek serokwezîr hilbijart. Li Terablusê jî hikumet bi serokatiya Ebdulhemîd El-Debîbe ye.

El-Debîbe ku di Adara 2020`an di çarçoveya hewlanên serwerkirina aştiyê yên bi sponseriya NY`yê wekî serokê Hikumeta Yekitiya Nîştimanî hat erkdarkirin, îstifakirina ji peywirê beriya lidarxistina hilbijartinên nû red kir.

Serokê Meclisa Nûneran a Lîbyayê Eqîla Salih, berdewamkirina Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya bi serokatiya El-Debîbe wekî biçûkxistina gelê Lîbyayê bi nav kir.

Eqîla Salih diyar kir ku li gorî danezana destûrê, lihevkirina siyasî û biryara Meclisa Nûneran û nexşerêyê, Hikumeta Yekitiya Nîştimanî bi dawî bûye.

Salih her wiha destnîşan kir ku berdewamkirina hikumeta bi serokatiya El-Debîbe, berdewama astengkirin, parçekirin û fitneyê di navbera Lîbyayî de û bikaranîna pereyên giştî bi rêbazên nerewa ye.

Salih piştrast kir ku Meclisa Nûneran dê di dema pêş de hejmareke qanûnan nîqaş bike û da zanîn ku rûniştina bê ya meclisê dê li bajarê Tebreqê be.

Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî jî got welatê wî dê hewldanên xwe ji bo piştgiriya Lîbyayê, pêkanîna lihevhatina nîştimanî bidomîne.

REWŞA HEYÎ DIHAT PÊŞBÎNKIRIN

Serokê Navenda El-Ereb a Lêkolînên Siyasî Mihemed Fethî Şerîf jî diyar kir ku rewşa Lîbyayê ya heyî dihat pêşbînkirin û got: “Ji ber bûyerên beriya tevgera gel û daketina kolanan ên herî mezin ji 2011`an de, vedigere gelek sedeman. Sedema yekemîn xitimîna di gelek dosyayan de, ji wan rêgeha destûrê, ya dawî jî hebûna 2 hikumetan ku yek girêdayî desthilatê ye, ya din jî erkdarkirî ye lê nikare karê xwe bimeşîne.”

Şerîf di hevpeyvîna li gel ajansa me de destnîşan kir ku civaka navneteweyî nikarîbû aloziyê çareser bike, destwerdanên derve jî êdî ji her kesî re eşkere ne û piraniya serkêşên dîmenê siyasî niha li gel yên ew danîne ser hikumê wekî sekreter kar dikin. Şerîf her wiha diyar kir ku gelê Lîbyayê ji hesabên wan rayedaran derketine, gendeliya rayedaran, xizanî û nebûna xizmetan zêdetir bûye.

‘DÊ TEVGERA GEL BERDEWAM BIKE’

Şerîf pêşbîn dike ku rewşa xitimînê demeke dirêj dewam bike û tevgera gel jî bidome û got: “Ji ber ku çareserî niha pir zehmet e, baweriya gel bi rayedaran nemaye, bi taybet ên ku NY`yê ew erkdar kirine. Dê gel careke din wan di dîmenê siyasî de qebûl neke. Nexasim ku pêşniyarên niha dê ji aliyê kolana Lîbyayê ve neyên qebûlkirin. Metirsiya ji milîsên li rojavayê welêt jî hîna didome. Ji ber ku tevlêbûna hin fermandarên milîsan di xwepêşandanan de nîşaneya karesatê dide. Bi taybet zemîna şerekî di navbera wan tundrawan û hin ciwanên ji tevgera nîştimanî de, heye.”

Têkildarî daxuyaniyên ku ji hin aliyan derketine, Şerîf got: “Yên alozî çêkirine, dê nebin parçeyekî çareseriyê. Tiştên di navbera hin endamên hikumeta El-Debîbe de anku hin partiyan an serokê hikumeta ku bi dawî bûye, dê ciwan pê neyên xapandin. Daxuyaniya artêşa Lîbyayê tiştê em her tim dibêjin, piştrast dike ku hêzên çekdar ên erebî dê hêmana îstiqrarê bin. Ez pêşbîn dikim ku hêzên çekdar ji bo piştevanî û bersivdayîna daxwazên tevgera gel, dê roleke girîng bilîzin.”

Li ser çareseriya guncaw a aloziyê, Şerîf got: “Bêyî qonaxeke demkî ya rastîn ku hêzên nîştimanî bêyî destekdayîna civaka navneteweyî jî li serê li hev bikin, dê tu hilbijartin li Lîbyayê tune bin.”

‘BINKETINA RÊGEHÊN ÇARESERIYÊ BÛ SEDEMA XWEPÊŞANDANAN’

Rojnamevan û pisporê kar û barên Lîbyayê Hadî Rebî jî got: “Bê guman gelê Lîbyayê ji binkeftina domdar a lidarxistina hilbijartinan û binkeftina rêgehên çareseriyê bi hêrs e, gel derket kolanan û hêrsa xwe nîşan da. Ev maf di qanûnê, destûrê û Danezana Mafên Mirovan a Cîhanê de hatiye mîsogerkirin.”

Rebî ji ajansa me re da zanîn ku xwepêşandan gelek pirsan derdixin holê, nexasim ku vexwendin ji aliyê ‘Tevgera Baltirîs’ ve hat. Ew jî tevgereke birêxistinkirî ye û berê di Îlona 2020`an de li dijî Serac derketiye.

Hadî Rebî texmîn kir ku tevlihevkirina kaxizan li Tebreqê bi vê rengî, ji bo zexta li ser Salih e û wiha got: “Nexasim piştî pevçûna dawîn û lihevnekirina li ser bingeha destûrê ya hilbjiartinan, bidawîbûna dema destûrdayîna şandeya navneteweyî li Lîbyayê. Her wiha hemwextî nûkirina peymana şêwirmenda sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres, Stephanie Williams ya têkildarî Lîbyayê ji bo mehekê, pêk hat ku ev derfeta dawî ye da ku erkên xwe pêk bîne. Ji lew re, hin aliyên navneteweyî xwestin zextê li Salih bikin da ku bi rengekî erênî destekê bide diyaloga destûrê.”

(cx)

ANHA