Rojnameyên erebî: Biryara navneteweyî ya alîkariya sûriyan li ser maseyê ye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa mekanîzmeya derbaskirina alîkariyên mirovî li Sûriyê, rewşa Lîbya û rewşa Yemenê kir.

Rojnameyên erebî: Biryara navneteweyî ya alîkariya sûriyan li ser maseyê ye
11 tîrmeh, 2022   07:24
NAVENDA NÛÇEYAN

‛BIRYARA NAVNETEWEYÎ YA ALÎKARIYA SÛRIYAN PIRSÊN LI BENDA LIHEVKIRINA RÛSYA-AMERÎKAYÊ YE’

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Dan û standinên kêliyên dawî yên rizgarkirina biryara navneteweyî tên kirin ku alîkariyên mirovî bi rêya sînor derbasî Sûriyê bibin, ew jî piştî Rûsya veto li dijî reşnivîsa rojava ya dirêjkirina dema dayîna alîkariyan ku 10 vê Tîrmehê bi dawî dibe, pêk hat.

Piştî Rûsya veto bi kar anîn û dengên têrê dikirin bi dest nexist, nemaze 10 dewletên neendam dengdayîn red kirin, êdî dewlet li ber du berbirêjkan e; tu biryar dernekeve, ew jî ne Moskov ne jî Washington wê yekê dixwaze yan jî lêkolînek li ser lihevkirina du reşnivîsan were kirin."

‛BAŞAXA ÎŞARETÊ BI DERBASBÛNA LI TERABLUSÊ DIKE...ERÊKIRINA DERVE YAN JÎ KAREKÎ TAKAKESÎ YE’

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Ereb ev tişt nivîsî: "Fethî Başaxa îşaretê bi derbasbûna li Terablusê û pêkanîna erkên xwe weke serokê hikumeta ji parlamentoya erkdarkirî dike, ew jî tevî ku beriya du mehan ji bo derbasbûna li Terablusê bi bin ket. Ev yek jî gelek pirsan der barê wê yekê derdixe holê, gelo mijarê girêdayî reftara şexsî ye yan jî zexta hêzên herêmî û derve ye.

Serokwezîrê Lîbya Fethî Başaxa ku ji hêla parlamentoyê ve hatiye erkdarkirin û yê ku bi Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya bi serkêşiya Ebdulhemîd El-Debîbe re li ser desthilatê hevrik e da zanîn ku ew ê erka xwe di "çend rojên bê " de li paytextê pêk bîne."

‛DOSYAYA VEKIRINA RÊYAN LI YEMENÊ ÎRO LI PÊŞ NY’YÊ YE’

Girêdayî rewşa Yemenê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro civîneke din têkildarî Yemenî hemwextî agirbestê dikeve meha 4’an, li dar dixe. Wê di civînê de benda taybet bi vekirina rêyan ber bi bajarê Teiz ku ji 7 salan ve dorpêçkirî ye were nîqaşkirin, her wiha rêyên li parêzgehên din jî. Dê piştre li ser dosyayên aborî, parçebûna darayî û dosyaya siyasî werin nîqaşkirin.

Nûnerê NY’yê Hans Grundborg, dê agahdariyekê li ser geşedanên agirbestê û hewldanên ji bo temamkirina cîbicîkirina bendên wê pêşkêş bike, nemaze ligel ku Hûsî li ser redkirina pêşniyarên ji bo vekirina çar rêyên ber bi bajarê Teiz û vekirina rêyên parêzgehên mayî berdewam e. Hans Grundborg dê geşedanên leşkerî, aborî û mirovî jî binirxîne."

(fr)