Fîras Qesas: Divê tevahî sûrî tecrûbeya Rêveberiya Xweser biparêzin

Fîras Qesas anî ziman ku gefên Tirkiyê dînbûn û dijbertiya wê ya li hemberî herêmên Rêveberiya Xweser nîşan dide. Her wiha bang li gelê Sûriyê kir ku destekê bidin rewşa awarte û tecrûbeya Rêveberiya Xweser biparêzin.

Fîras Qesas: Divê tevahî sûrî tecrûbeya Rêveberiya Xweser biparêzin
11 tîrmeh, 2022   05:11
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL-HEBÎB

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefên wê yên dagirkirina herêmên din, Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Fîras Qesas ji ANHA'yê re axivî.

Fîras Qesas got: "Diyar e ku gefên Tirkiyê di vê pêvajoyê de, dînbûn û dijbertiya wê ya dijwar a li hemberî herêmên rêveberiyê nîşan dide. Dewleta Tirk mijûlbûna sîstemên navneteweyî bi êrişên Rûsya yên li ser Ukraynayê ve derfetekê dibîne da ku şerê xwe li hemberî civaka Rêveberiya Xweser bide destpêkirin û projeya wê ya hevbeş a demokratîk lawaz bike."

Qesas anî ziman ku Erdogan, bi dijminatiya hestên rizgarî, rûmet û wekheviyê yên di navbera pêkhateyên etnîkî, olî û mezhebî yên li Sûriye û Tirkiyê de, hewl dide di têkiliyên navneteweyî de qadekê bibîne da ku bi rêya wê Federasyona Rûsya, Amerîka û NATO şantaj bike û got: "Bi rêya sûcên ku li herêmên me pêk tîne, hewl dide hestên nîjadperestiya tûranîzm ên li gel beşên berfireh ên civaka Sûriyê xurt bike û binkeftina xwe ya navxweyî binixuimîne, ku bûn sedema hilweşîne lîreyê Tirk, enflasyonê. Her wiha aboriya giştî ya Tirkiyê heta asteke nedîtî xirab bûye. Tişta ku Erdogan pê re mijûl dibe tenê mayîna wî li ser desthilatdariya Tirkiyê ye, her çendî ku berdêlên wê çiyayek ji hestiyên serî (cumcume), bi hezaran qurbanî û wêraniyeke mezin be.”

Têkildarî armancên dewleta Tirk ji van gefan Qesas diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide herêmê veguherîne rewşeke şer û wêrankirî ku Erdogan di şerê hilbijartinên bê de sûdê jê bigire û hegemoniya xwe ji Sûriyê û derveyî Tirkiyê wêdetir berfireh bike.

'SÎNOR JI PLANÊN ERDOGAN RE TUNE YE'

Siyasetmedarê sûr îşaret bi dîroka gefên serokkomarê Tirkiyê kir û got: "Erdogan kesayetek populist e, sînor ji timayên wî re tune ye. Di salên borî de eşkere bû ku pabendî nirx û helwestan nabe. Qala nimêja li Mizgefta Ûmewî dikir, dema digot ku ketina rejîma Sûriyê mijare demê ye. Heger rejîm hilweşe jî wê bibêje ku ew yek ji afrînerê serkeftina li hemberî rejîmê ye û dê rewşeke nû li gorî xwesteka xwe li Sûriyê pêk bîne û berjewendiyên xwe bi cih bîne ku desthilata wî heta demeke dirêj misoger bike. Lê dema ku ev senaryo pêk nehat, nemaze dema dît ku çawa projeyeke cûda li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat avakirin. Ev tecrûbe bi nirx e, ji ber wê ditirse ku bandora wê bighêje Tirkiyê, lew ra armancên wî li Sûriyê bi şerê li dijî vî nirxî û kesên ku nûnertiya wî dikin sînordar ma, heger ev şer rasterast be an jî bi rêya desteka hêzên îslama siyasî ya tekfîrî be ku ew û rejîma Sûriyê li hemberî wê tecrûbeyê disekinin."

Qesas der barê gefên Tirkiyê yên dagirkirina Minbic û Til Rifetê de ev tişt got: "Armancên Erdogan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Minbic û Til Rifetê nasekinin. Her çiqas şert û mercên siyasî yên herêmî û navneteweyî destûrê bidinê,  dê hêzên wî dev ji armancên xwe bernedin. Erdogan kesekî xwedî meyla emperyalîst a êrişkar e û bi taybetî li Sûriyê sînor ji planên wî re tune ye."

Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê bal kişand ser axaftinên têkildarî lihevkirinên di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de û wiha anî ziman: " Em ligel her gav û lihevkirinekê ne ku destdirêjiya Tirkiyê rawestîne, ezmûna Rêveberiya Xweser biparêze, civaka wê biparêze û mafê wê yê demokrasî, berjewendî û îradeya wê misoger bike. Ev her du faktorên sereke û bingehîn in di lihevkirinên bi çi aliyan re dibin bila bibin. Hêviya min ew e ku rejîm sozên xwe yên parastina sînor bi cih bîne û heger pêşketineke di vî warî de çêbibe, erk û sozên xwe bi cih bîne. Tişta ku baweriya min heye, panbendîbûna saziya Rêveberiya Xweser bi parastina tecrûbe, civak û pêkhateyên xwe ye ku ji bo wan xetên sor in û tu carî bin pê nakin."

Li hemberî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker, Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte ragihand.

Girêdayî vê mijarê Qesas got: "Ragihandina rewşa awarte ji aliyê saziyên rêveberiyê ve karekî siyasî, qanûnî û piratîkî ye ku civaka rêveberiyê ji bo bersivandina êrişên Tirkiyê bikeve rewşeke amadebaşiyê, li hemberî êrişên dewleta Tirk li ber xwe bide, parastina tecrûbeya xwe û pêşeroja pêkhateyên herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bike. Ji hemû sûriyên li herêmên Rêveberiya Xweser tê xwestin ku li pişt QSD'ê di rêzekê de bisekinin, bi hemû rêbazan tecrûbeya Rêveberiya Xweser biparêzin û beşdarî xebatên parastina rewa bibin. Ji sûriyên li herêmên din jî tê xwestin ku êrişan red bikin û ajanên ku li kêleka êrişên Tirkiyê disekinin û şer dikin krîmînalîze bikin, bi hemû rêbazan destekê bidin berxwedana li hember alava şer a Tirkiyê."

Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Fîras Qesas di dawiyê de got: "Şerê Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şer li ser pêşeroja Sûriya pirrengî ya demokratîk, şer li hemberî îradeya sûriyan e."

ANHA