​​​​​​​'Berxwedana li dijî tecrîdê şerê di navbera heqî û neheqiyê de ye'

Endamê Nivîsgeha Ewqaf a Şedadê Mele Ebdulqadir Şaban tecrîda li Îmraliyê bi şerê di navbera heq û neheqiyê de bi nav kir û got: "Tecrîda li ser rêbertî fîzîkî ye, lê rih û fikirên wî azad in."

​​​​​​​'Berxwedana li dijî tecrîdê şerê di navbera heqî û neheqiyê de ye'
11 tîrmeh, 2022   03:33
HESEKÊ

Serokatiya Desteya Disîplînê ya Îmraliyê di 31'ê Gulana borî de "cezayê disîplînê" careke din li rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên di girtîgeha Îmraliyê de girtî ne, birî û hevdîtina bi rêber Ocalan û girtiyên din re 3 mehên din qedexe kir.

23'ê Hezîranê di bersiva daxwaza parêzeran a hevdîtinê bi muwekilên xwe re, Dozgeriya Bilind a Cînayatan a Bilind a Bursayê ev cezayê nû ragihand.

Ev ceza rastî bertekên tund ji aliyê beşên cûda yên civaka Kurdistanê, Ewropa, kesên ku bi fikirê azad ê rêbertî bawer in ve tê.

Endamê Nivîsgeha Ewqafê û meleyê Mizgefta Herîr a navçeya Şedadê Ebdulqadir Şaban anî ziman ku tecrîda girankirî û cezayên nû yên ku li ser rêber Abdullah Ocalan hatine birîn, hewldanek ji bo têkbirina fikirên wê yên der barê projeya neteweya demokratîk de ye û got, ev fikir di Rêveberiya Xweser de diyar dibe, şerê fikirê desthilatdar, mêtîngeriya cîhanê û astengkirina azadiyan dike, her wiha hêviyên gelên herêmê bi cih tîne.

Mele Ebdulqadir Şaban tecrîda li Îmraliyê û berxwedana li hemberî wê bi şerê di navbera neheqî û heqiyê de bi nav kir û wiha pê de çû: "Rêber Ocalan di projeya xwe ya neteweya demokratîk de bang dike ku divê her bawerî, her oleke li ser xakê bi azad bijî, tişta ku rêber Ocalan pêşkêş kir oldar, fîlozof, zanyarên civakî û mirovî pêşkêş nekirin."

Mele Şaban bi domdarî got: "Li herêmê bi salan zûhabûnek hebû, lê fikir û projeya neteweya demokratîk  ku fîlozof û ronakbîr Ocalan pêşkêş kir, hêviyên gelek gelan li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê pêk tîne. Ji ber ku ev fikir li gorî mafên gelê Kurd û daxwaza gelên din ên herêmê ye, her wiha di radeya yekemîn de şerê pergalên desthilatdar û mêtînger ên cîhanê, zulm û astengkirina azadiyan dike."

Şaban diyar kir ku pergalên serdest xwe rûbirûiya projeya neteweya demokratîk dibîne, projeya neteweya demokratîk ferqê naxwe navbera Kurd,  Ereb, pêkhateyên din, olên din wekî Cihû, an Îslam, an jî ektnîk û mezhebin din ku bi hev re dijîn, her gelek di projeya neteweya demokratîk de xwedî taybetemendî ye.

Mele Ebdulqadir Şaban bal kişand ser destkeftiyên ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya fikirê rêber Abdullah Ocalan bidest xistine û anî ziman ku dewleta Tirk bi girankirina tecrîd û cezayan nikare fikirên rêbertî asteng bike û got: "Tecrîda li ser rêbertî astengkirina fîzîkî ya rêbertî ye, lê nikarin fikir û giyanê wî asteng bikin. Ji ber ku projeya wî li ser erdê pêk tê ku em îro bi rêya Rêveberiya Xweser li ser erdîngariyeke fireh li Bakur ku Rojhilatê Sûriyê dijîn. Bi vê yekê û ruxmî tecrîdê herêm bûye mîrateyê rewa yê fikirî demokratîk."

Peywendiya dawî ya rêber Abdullah Ocalan bi derve re, 25'ê Adara 2021'an bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivîbû. Beriya wî jî 7'ê Tebaxa 2019'an bi parêzerên xwe re civiyabû.

Têkildarî 'Cezayê dîsîplînê', Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê 27'ê Hezîrana borî got, ev ceza nîşaneya binkeftinên dewleta Tirk a dagirker ên li hemberî berxwedana gerîla ye, her wiha binpêkirinên qanûn û belgeyên navneteweyî ye û kîn û têkçûna rejîma faşîst nîşan dide.

ANHA