​​​​​​​Akad: Vebijêrka me ya yekane berxwedan e, armanca me rizgarkirina herêmên dagirkirî ye

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Xabûr Akad diyar kir ku li hemberî her êrişeke dagirkeriyê ya Tirkiyê vebijêrka wan a yekane berxwedan e û armanca wan rizgarkirina herêmên dagirkirî ye.

​​​​​​​Akad: Vebijêrka me ya yekane berxwedan e, armanca me rizgarkirina herêmên dagirkirî ye
10 tîrmeh, 2022   23:37
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û gefên dagirkirina herêmên nû dixwe.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Xabûr Akad rewşa navçeya Til Temirê di aliyê leşkerî de nirxand.

Xabûr Akad di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku ji derdora 15 rojan ve tevgereke mezin a hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li eniyên navçeya Til Temirê heye, hemwextî wê li herêmê bêdengî serwer e.

'VEBIJÊRKA ME YA YEKANE BERXWEDAN E'

Akad anî ziman ku li hemberî dagirkeriya Tirk vebijêrka wan a yekane berxwedan e û diyar kir ku morale gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilind e û bi berxwedanê dikarin li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin.

Akad her wiha got: "Em nahêlin ku kes destdirêjî ewlehiya herêmên me bikin, sonda me ya bi şehîdên me re em ê li hemberî her aliyeke dijber bibin mertal."

'ARMANCA WAN ŞIKANDINA MORALE ŞÊNIYAN E'

Têkildarî liv û tevgera leşkerî ya dagirkeran a li herêmê Xabûr Akad ev tişt anî ziman: "Artêşa dagirker û çeteyên wê hêz xwe bi çekên giran li baregehên xwe yên derdora navçeyê zêde dikin. Heman demê balafirên bê mirov ên bi çek û balafirên keşfê li ser herêmê digerin. Her wiha welatiyan û gundên ewle dikin hedef da ku moralê şêniyên herêmê bişkînin."

'EM Ê TIL TEMIRÊ JI DAGIRKERAN RE BIKIN GORISTAN, EM Ê HERÊMÊN DAGIRKIRÎ JÎ RIZGAR BIKIN'

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê destnîşan kir ku ew amade ne li hemberî her êrişeke dagirkeriyê ya dewleta Tirk bisekinin û wiha domand: "Heta dilopa dawî em ji bo berxwedanê amade ne. Em ê Til Temirê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re bikin goristan. Her wiha Meclisa Leşkerî ya Til Temirê wê bi hêz û komên xwe yê cûda û pêkhateyên xwe bi berxwedanê tenê sînordar nemînin, lê belê armanca me rizgarkirina herêmên dagirkirî ye."

Akad da zanîn ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê yên di dawiya sala 2019'an de, pisportî û teknîkên nû yên leşkerî girtine û got: "Wê berxwedana bê cûda be, em radighînin ku em ji her rewşeke awarte re amade ne."

BANAG YEKITÎ Û HEVGIRTINÊ

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Xabûr Akad bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku yekitiya xwe ava bikin, li kêleka hêzên leşkerî bin û bi hemû rêbazan piştgiriya wan bikin "Da ku pireke yekbûyî ya berxwedan û rizgarkirina herêmên dagirkirî were avakirin."

ANHA