​​​​​​​Li Stockholmê meşa li dijî bazara NATO’yê ya li ser Kurdan

Li Stockholmê ya paytexta Swêdê bi hezaran kurdistanî û swêdî li dijî bazarên NATO’yê yên li ser Kurdan meşek li dar xist.

​​​​​​​Li Stockholmê meşa li dijî bazara NATO’yê ya li ser Kurdan
10 tîrmeh, 2022   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdên li Swêdê dimînin, tevî dostên xwe yên swêdî li paytexta Swêd Stockholmê daketin qadan û li dijî bazara ku NATO'yê ji bo endamtiya Swêd û Fînlandiyayê li dijî Kurdan bi dewleta Tirk re kiriye, xwepêşandaneke girseyî li dar xist.

Xwepêşandan duh bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê (NCDK-Swêd) ve bi dirûşma "Na ji şantajên Tirkiyeyê re, Kurdan nekin mijara bazara xwe ya qirêjî" hate lidarxistin.

Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin û hevserokê NCDK-Swêd Hemîd Amed li qada mîtîngê axivî.

Hemîd Amed diyar kir ku ew li ber bazara li ser Kurdan radibin û got, "Dewleta Swêdê jî ji bo berjewendiyên xwe Kurd kirin mijara bazarê. An Lîndê gotibû, Kurd dibêjin tenê çiya dostê me ne, em jî dostê Kurdan e. Lê ev kiryara wê ne dostanî ye. Kurdan bi canê xwe DAIŞ têk bir, Tirkiyeyê alîkariya DAÎŞ'ê kir. Lazim bû ku we helwesteke hişk raber kiribûna."

Hevserokê KNK'ê Ehmed Karamûs jî destnîşan kir ku peymana navbera Tirkiye, Fînlandiya û Swêdê hem ji bo Kurdên li Swêdê hem jî ji bo Kurdan hemûyan weke peymaneke xiyanetê li dijî Kurdan e û got, "Em dibêjin, ew peymana ku we bi dîktator Erdogan re îmze kiriye, derbeyeke li dijî têkoşîna rewa ya Kurdan ku tekoşîna ji bo azadiya xwe ya çandî û civakî didin. Naveroka vê peymanê pir qirêj e. Hûn ji xwe re dibêjin em li gor zagona navxweyî û pîvana mafê mirovan tevdigerin, lê çawa dibe ku hûn bi welatekî weke Tirkiyê re hevkariyê dikin. Ma ne Belçîka jî welateke Yekîtiya Ewropayê ye û Kurdan weke terorîst nabîne."

Karamûs di dewama axaftina xwe de got: "Magdelena Anderson û Ann Lindê di her axaftinên xwe de qala demokrasî û mafê mirovan dikin. Çawa dibe ku bi dewleteke xwînxwar ku tu mafê mirovan tê de nemaye, bi Tirkiyeyê re Kurdan dikin mijara bazariyê. Ti kes nikare li ser daxwazên Tirkiyeyê Kurdan weke terorîst binav bike."

Paşê parlamentera serbixwe Amînah Kakabaveh jî axivî û got: "Beriya her tiştî dibêjim, Bijî berxwedana Kobanê, Bijî Berxwedana Rojava. Kurdan li hemberî DAÎŞ'ê berxwedanake pir mezin û bêhempa dan. Her wiha ji bo tevayî cîhanê ev berxwedan kirin. Lê bi vê danstendina bi Tirkiyeyê re ji bo Swêd rûreşiyeke mezine rastî jî. Doh digotin, YPJ-YPG berxwedêrên herî mezinin, Ann Lindê bi xwe YPJ pîroz kiribû, lê îro jî ji bo ku bikevin nava NATO'yê, ketine pey bazarî û serîtewandina li himber Erdogan. Sosyal Demokrata bi lihevkirina bi kesekî dîktator weke Erdogan ku li Tirkiyeyê tu tiştê bi navê mafê mirovan nehêlaye re we Kurd ji xwe aciz kirin û ji xwe xeyîdandin. Kurd nabêjin nebin endamê NATO'yê, dibêjin: Me Kurdan nekin mijara bazariyê. Sozên ku Swêd dabû Kurdan, îro berovajî wê dikin. Weke ku ew gotin nehatine kirin. Helbet wê têkosîna azadiyê bi destê jina Kurd çêbibe. Em ê tu carî dev ji xeyala avakirina Kurdistaneke azad bernedin."

Parlamenterê Partiya Çep Daniel Riazat jî got: "Ez bi xwe Fars im, lê neweke Farsekî, weke enternasyonalîstekî ji endamê NCND-S li gel we me û  ez ê her tim ji bo Kurdan têbikoşim. Ev lîsteya ku ji bo terorê hatiye amadekirin, ji ber siyasî hatiye amadekirin ne weke hiqûqî ye. Partiya sosyal demokrat rexne dikim. Her bazariyeke we ya bi Tirkiyeyê re ji bo Kurdan bi mirinê bi encam dibe. Ev siyaseteke pir xetere. Lazim bû ku bi tu awayî rakirina ambargoya çekan li ser Tirkiyeyê we nekiribûya. Niha tam diyar bû ku hûn çi dixwazin."

Di xwepêşandanê de bi navê Partiya Komele ya Rojhilatê Kurdistanê jî peyam hate dayîn.