​​​​​​​Meta rêber Abdullah Ocalan wefat kir

Meta rêber  Abdullah Ocalan a 97 salî, Eynê Ocalan wefat kir.

​​​​​​​Meta rêber Abdullah Ocalan wefat kir
10 tîrmeh, 2022   13:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Meta rêber Abdullah Ocalan, Eynê Ocalan a 97 salî ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê îro wefat kir.

Birayê rêber Ocalan, Mehmet Ocalan ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku ji ber temenê xwe yê dirêj gelek nexweşî li meta wî çêbûne.

Her wiha diyar kir ku bi sedan kes hatine taziyeya ji bo meta wî ya li gundê Amarayê hatiye danîn û wiha got: “Ji ber temenê xwe demek bû meta min nexweş bû. Hew karî nexweşiyên xwe rake û îro rehmet kir. Mala wan kesan ava be ku hatin taziyeyê, bi telefonê sersaxî xwestin.“