​​​​​​​Serokwezîrê Îsraîlê: Divê cezayên aborî yên nû li Îranê bên ferzkirin

Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid got divê cezayên aborî yên nû li Îranê bên ferzkirin.

​​​​​​​Serokwezîrê Îsraîlê: Divê cezayên aborî yên nû li Îranê bên ferzkirin
10 tîrmeh, 2022   10:47
 NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid îro got: “Îsraîl, kengî be dikare li dijî bernameya nukleerî ya Îranê di aliyê leşkerî û siyasî de bikeve nava tevgerê. Dem hatiye ku cezayên aborî ji nû ve li Îranê bên ferzkirin.”

Duh medyaya Îsraîlê eşkere kir ku Til Evîv êdî girîngiyê dide armancên din ku dê zirarê bigihînin bernameya nukleerî ya Îranê.

Hin dezgehên çapemeniyê jî ragihand ku li cem Îranê uranyuma ku têrî bombeyekê yan jî zêdetir dike, heye.