​​​​​​​Kurê Qazî Mihemed, Elî Qazî koça dawîn kir

Kurê Qazî Mihemed, Elî Qazî îro li bajarê Bonn ê Almanyayê koça dawîn kir.

​​​​​​​Kurê Qazî Mihemed, Elî Qazî koça dawîn kir
10 tîrmeh, 2022   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurê serokê Komara Kurdistanê (Komara Mahabadê) Qazî Mihemed, Elî Qazî îro saet di 05:00`an de li bajarê Bonn ê Almanyayê di 89 saliya xwe de wefat kir.

Elî Qazî di sala 1933`an de li Mehabadê ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû û di dema ragihandina Komara Kurdistanê de 13 salî bû.

Elî Qazî demekê serokê Partiya Azadiya Kurdistanê bû lê ji ber nexweşiyê dest ji serokatiya partiyê berdabû.

Elî Qazî kurê yekane yê malbatê bû û 4 kur û keçeke wî hene.

Elî Qazî daxwaz kiribû ku cenazeyê wî vegerînin Mehabadê û li wir veşêrin.

Komara Kurdistanê di 22`yê Çileya 1946`an de ji aliyê Qazî Mihemed ve li bajarê Mehabad ê Rojhilatê Kurdistanê hat ragihandin û tenê 11 mehan dom kir. Piştî ku komar hat hilweşandin, di 31`ê Adara 1947`an de Qazî Mihemed û hevalên wî li Qada Çarçira ya Mehabadê hatin bidarvekirin.