'Divê Erdogan wekî sûcdarekî şer bê darizandin'

Parêzer, bijîşk û pispora jîngehê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî li Herêmên Parastinê yên Medyayê diyar dikin ku dewleta Tirk a dagirker xwezaya Kurdistanê ya dewlemend dike hedef, lewma divê li ser Peyamana Romayê Erdogan wek sûcdarekî şer bê darizandin.

'Divê Erdogan wekî sûcdarekî şer bê darizandin'
10 tîrmeh, 2022   01:17
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Ji bo pêkanîna komkujiyên domdar û berfireh rêbazeke ku dijminên gelan berê xwe dide, bikaranîna çekên kîmyewî ye. Dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî êriş dike û beriya niha gelek caran li Rojavayê Kurdistanê bi kar anî, niha jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar tîne.

Li gorî daxuyaniyên HPG`ê, dewleta Tirk di nava 2 mehan de herî kêm 779 êrişên bi çekên kîmyewî pêk anîn.

Çekên kîmyewî di peyman û zagonên navneteweyî de qedexekirî tên binavkirin. Têkildarî bikaranîna wê û binpêkirina wan peymanan parêzer Mûsa Osman ji ajansa me re axivî.

Mûsa Osman diyar kir ku gelek çek hene di qadên navneteweyî de hatine qedexekirin, gelek dewletan jî li ser qedexekirina bikaranîna wê îmze kirin, mîna bombeyên mîsket, çekên kîmyewî û bombeyên germahiyê (feraxî) û got: “Ji ber ku ev çek xwedî bandoreke giran in, hin ji wan jî di dema xwe de nateqin, piştî demekê tên teqandin; rewşa hewayê û mirovahiyê giştî wêran dikin, ji ber van sedeman hatine qedexekirin.”

Osman got: “Yek ji wan jî Peymana Romayê ya sala 1998`an e, 123 dewlet cihê xwe di nav de digirin. Dadgeh jî di 2002`yan de ji bo darizandina sûcdarên şer, sûcdarê pêkanîna komkujiyan hatiye avakirin.”

DARIZANDINA SÛCDARÊN ŞER

Osman wiha pê de çû: “Dewlet ku hewl bide olekê yan pêkhateyekê qir bike, ji erka dewletên din e ku dewleta sûcdar darizînin. Divê dewletên ku li dijî herêmên wê çekên kîmyewî bi kar anîne, dozek li dijî wan bişînin dadgehê, wê demê ew sûcdar tên darizandin.”

Mûsa Osman bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û got: “Dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojavayê Kurdistanê van çekan bi kar tîne, divê Erdogan wek sûcdarekî şer bê darizandin.” û destnîşan kir ku divê hikumeta Iraqê daxwaza vê yekê bike.

Hevseroka Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Rojava Ebîr Hesaf jî ajansa me re da zanîn ku bikaranîna çekên kîmyewî xwedî bandorên demkurt û demdirêj in li ser laşên microvan û got: “Hin made hene bi awayekî rasterast li ser çermê mirovan nexweşiyê derdixin, hin jî xwe di axê de bi cih dikin, di demên cuda de bandora wan derdikeve.”

`JI BO XIRABKIRINEKE DOMDAR ÇEKÊN KÎMYEWÎ TÊN BIKARANÎN`

Ebîr da xuyakirin ku madeyên kîmyewî yên ku dibin çek jî gelek cureyên wan hene: “Hinek gaz in, ew bi rêya bêhnkişandinê dikevin nava hinavên mirovan û bandorê li organan dikin. Hin jî hene li ser laşê mirovan rasterast şewitandinê çêdikin, hin jî hene siyanîd û napalm; gelek caran hatiye bikaranîn. Mînaka wê jî li Helebçeyê ku bûye mînakeke navneteweyî.”

Ebîr bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî li Başûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê û got: “Li Rojavayê Kurdistanê jî gelek caran dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar aniye. Çekên kîmyewî jî ji bo êşeke domdar, belavkirineke berfireh û xirabkirineke kûr tên bikaranîn.”

Pispora jîngehê Hêvîn Şêxo jî ji ANHA`yê re da zanîn ku ewlehiya jîngehê yek ji girîngtirîn xalên di parastin û ewlekariya mirovan in û got: “Lê rewşa şer li cîhanê hiştiye ku têkiliya di navbera jîngeh û mirovan de bê tunekirin. Şer li dijî jîngehê pir e, piraniya şeran jî ji bo bidestxistina çavkaniyên xwezayî ne. Bi vê yekê wêraniya xwezayê derdikeve, wê demê qurbanî dibe jîngeh; zirar li av, hewa û zindiyan dibe.”

`ARMANC XWEZAYA KURDISTANÊ YE`

Hêvîn Şêxo diyar kir ku ji ber bikaranîna çekên kîmyewî zirar digihêje çandiniyê jî û got: “Dihêle ku şînkahî bişewite. Ev rasterast dihêle rêjeya gemariyê di hewayê de zêde bibe, rêjeya karbondîoksîtê zêde dibe. Ev hemû dibin sedema germbûna gerdûnî.”

Hêvîn bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xwezayê ku li herêmên dagirkirî daran qut dike û got: “Van sûcan bi armanca wêrankirina xwezaya Kurdistanê dike. Di êrişên xwe de ne tenê çekên kîmyewî bi kar tîne, daran û zeviyên çandiniyê dişewitîne.”

Hêvîn Şêxo da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker bi vî awayî siyaseta xwe ya dijminane li dijî gelan û Kurdistanê dimeşîne û wiha pê de çû: “Xwezaya Kurdistanê dewlemend e. Ji ber vê yekê em bang li saziyên peywendîdar dikin ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bi erka xwe rabin.”

ANHA