​​​​​​​Dewleta Tirk gundekî Zaxoyê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker gundê Perexê yê Derkarê topbaran kir. Di encamê de bi dehan sewal telef bûn.

​​​​​​​Dewleta Tirk gundekî Zaxoyê topbaran kir
9 tîrmeh, 2022   18:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnews'ê ku agahiyên ji çavkaniyên herêmê girtin, îro di roja yekem a cejna Qurbanê de artêşa Tirk a dagirker gundê Perexê yê bajaroka Derkarê ya ser bi Zaxo topbaran kir.

Hate hînbûn ku di encama topbaranê de ziyan gihîşte sewal û malên li gund. Ji ber topbaranê bi dehan mîh telef bûne.