Hevpeymaniya Fetih: Ji hikumeta Iraqê tê xwestin ku binpêkirinên Tirkiyê rawestîne

Rêveberê Hevpeymaniya Fetih diyar kir êrişên domdar ên Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê ji ber lawazbûna helwesta hikumeta Iraqê ye ku tenê daxuyaniyên şermok dide.

Hevpeymaniya Fetih: Ji hikumeta Iraqê tê xwestin ku binpêkirinên Tirkiyê rawestîne
9 tîrmeh, 2022   19:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rveberê Hevpeymaniya Fetih Kerîm Îlêwî got, berdewama êrişên Tirkiyê yên li ser xaka  bakurê Iraqê ji lawaziya helwesta hikumeta Iraqê ya li hemberî van êrişan tê.  Ji bilî daxuyaniyên şermezarkirinê yên şermok ku tiştekî nade, heta niha tu helwesteke xurt a Iraqê tune ye.

Li gorî Ajansa Baghdad Today Îlêwî di daxuyaniya xwe de got: "Ji hikumeta nû ya Iraqê tê xwestin sînorekî ji binpêkirinên domdar ên Tirkiyê yên li ser serdestiya Iraqê ku gefê li ewlehiya wê ya neteweyî dixwe, deyne. Nabe hîn zêdetir bêdengî  li hemberî van binpêkirinan hebe. Bêdengî wê derî li binpêkirinên li Iraqê ji aliyê dewletên din ve veke."

Ji 17'ê Nîsana borî ve, dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK û bêdengiya hikumeta Iraqê êrişî Başûrê Kurdistanê dike.