​​​​​​​Li Efrîn û Serêkaniyê di navbera çeteyan de şer rû dide

Li herêmên dagirkirî di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şer derket û 2 çete hatin kuştin.

​​​​​​​Li Efrîn û Serêkaniyê di navbera çeteyan de şer rû dide
8 tîrmeh, 2022   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku li taxên bajarê Efrînê di navbera çeteyên Sultan Murad û çeteyên Lîwa El-Şemal û Furqeya 9`an de şer derket.

Li bajarê Serêkaniyê jî di navbera çeteyên Furqeya El-Hemzat de şer rû da, di encamê de çeteyên "Polîsên Leşkerî" birîndar bûn, rewşa hinan giran e û ew rakirin nexweşxaneyên Tirkiyê.

SOHR`ê da zanîn ku piştî her du aliyan nakokiyên xwe çareser kirin, şer sekinî, lê di encama şer de malên şêniyan zirar dîtin.

Li herêmên dewleta Tirk dagir kirine, gelek caran di navbera komên çete de li ser parvekirina kel û pelên didizin, şer derdikeve.

(eh)