KNK bi boneya cejna Qurbanê peyamek da

KNK’ê bi boneya Cejna Qurbanê peyamek belav kir û di peyama xwe de got: “Sibe cejna Qurbanê ye. Mixabin em dîsa cejnê, di rewşeke aloz de pîroz dikin. Li tevayî Kurdistanê êrişên qirkirinê li ser gelê me didomin.”

KNK bi boneya cejna Qurbanê peyamek da
8 tîrmeh, 2022   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de Cejna Qurbanê li tevahî gelên alema Îslam û bi taybet jî li gelên Kurdistanê hat pîroz kirin û ev yek hat gotin; “Sibe cejne, cejna Qurbanê ye. Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke aloz de pîroz dikin. Li tevayî Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin. Mirovên me têne qetilkirin û xwezaya welatê me tê wêrankirin. Dagirkerî, gef û tehdîtên dijminan li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê hingî diçe zêdetir dibin. Ji nîvê meha nîsanê vir ve li heremên Zap, Metîna û Avaşîn, şereke dijwar rû dide.”

Konseya Rêvebir a KNK’ê diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide di vê cejnê de êrîşek din a dagirkerî li Rojava pêk bîne û wiha hat berdewam kir, “Li Rojhilat jî zextên dewletê yên li ser gel berdewam in û pirsgirêkên civakî roj bi roj kûrtir dibin. Li Başûr jî pirsgirêkên aborî û civakî berdewam dikin, problemên herêmên dabirayî heta niha nehatine çareserkirin. Li Bakur şerê man û nemanê heye.”

KNK’ê da zanîn ku li dijî êrîşên qirkirinê li her çar aliyên Kurdistanê li her qadê gelê Kurd û hêzên azadîxwaz di nava têkoşînek netewayî ya demokratîk de ne û got, “Êdî gelê me zilm û bindestiyê qebûl nake. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û Rêber û têkoşerên xwe dike.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin, “Em bi hêvî û bi baweriya ku gelê me, dê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike. Bi vê munasebetê em cejna Qurbanê, di sêrî de li girtî û şervanên azadîyê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema Islamê pîroz dikin.”