PYD’ê cejna Qurbanê li neteweya îslamê pîroz kir

PYD’ê cejna Qurbanê li Kurd û neteweya Îslamê pîroz kir û bang li gelê Sûriyê bi hemû etnîkên wê kir ku yekitiya xwe li hember dagirkeriyê xurt bike.

PYD’ê cejna Qurbanê li neteweya îslamê pîroz kir
8 tîrmeh, 2022   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê cejna Qurbanê li neteweya îslamê û pêkhateyên Sûriyê pîroz kir.

Di daxuyaniya PYD’ê de wiha hate gotin: "Em neteweya îslamê bi giştî û pêkhateyên Sûriyê bi taybet cejna Qurbanî ya îsal digel gefên dewleta Tirk ên êrişkirina herêmên din ên xaka Sûriyê pêşwaz dikin û civata navneteweyî hîna jî li ser bêdengiya xwe têkildarî sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên Sûriyê, gelên herêmê û cîhanê israr e."

PYD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku pîrozkirina bi cejna Qurbanê her sale sembola nûkirina îsbatkirina nirxên dayîn, fedekariyê ye ku kedên zêde werin dayîn. Em hêvî dikin ku ev bone bibe sedema berdewama ked û hevgirtinê da ku gelê Sûriyê di vê merheleya dîrokî de bi aştî û ewle bijî.

PYD’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt got: "Em Meclisa Giştî ya PYD’ê bi vê boneya pîroz, hêvî dikin ku gelê Kurd, tevahî pêkhateyên Sûriyê û neteweya îslamê bi aştî bijî. Bang li tevahî etnîk, pêkhateyên gelê Sûriyê, hêzên neteweyî, rêxistinên siyasî, rewşenbîr, oldar, serokeşîr û serokên êlan û hemû kesê dikare rola xwe di civakê de bilîze li kêlek Rêveberiya Xweser bibin, yekitiya xwe xurt bikin, çanda diyalog, lêborîn û jiyana hevbeş xurt bikin, parastina destkeftiyên xwe bikin û hemû hewldanên têkildarî tevliheviyê têk bibin."

Di dawiyê de PYD’ê hêvî kir ev cejn li ser gelê Sûriyê û hemû gelên îslamê bibe cejneke xêr û bereketê, ewlehî û aştî misoger bibe.

(fr)