​​​​​​​Dîmenên çekên gerîla desteser kiribûn hatin weşandin

Gerîla TV dîmenên çek û cebilxaneyên artêşa Tirk a dagirker weşand ku gerîlayên YJA Starê li Qada Berxwedanê desteser kiribûn.

​​​​​​​Dîmenên çekên gerîla desteser kiribûn hatin weşandin
8 tîrmeh, 2022   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha bû:

"30'ê Gulanê hêzên me da pey dagirkerên xwestine ber bi çeperên şer ên Herêma Berxwedanê ya Girê FM’ê ve biçin û saet di 12.55’an hêzên me yên YJA Starê bi çalakiya êrîşê; bi çekên ferdî û bombeyên destan derbeke giran li wan xistin. Hêzên me yên YJA Starê 10 dagirker ceza kirin, çûn ser cenazeyên 4 dagirkeran û dest danîn ser 3 çekên ferdî yên MPT-55, 3 dûrbînên leşkerî, îşaretkerek bi lazerê û telefoneke destan a dagirkerê bi navê Ugur Dogru."