Şêniyên Şedadê şehîd Mihemed Ebdurezaq El-Ewad oxir kir

Şêniyên navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihemed Ebdurezaq El-Ewad oxir kir.

Şêniyên Şedadê şehîd Mihemed Ebdurezaq El-Ewad oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Mihemed Ebdurezaq El-Ewad oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Mihemed Ebdurezaq El-Ewad oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Mihemed Ebdurezaq El-Ewad oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Mihemed Ebdurezaq El-Ewad oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Mihemed Ebdurezaq El-Ewad oxir kir
6 tîrmeh, 2022   11:20
 HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê, endamên saziyên leşkerî û Rêveberiya Xweser li navçeyê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Ebdurezaq El-Ewad ku ji ber krîza dil di 4`ê Tîrmehê de şehîd bûye, oxir kirin.

Girseya gel ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan li Hesekê bi rê ket û ber bi Goristana Şehîdan a li Şedadê ve çû.

Li goristanê merasîm bi toraneke leşkerî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest pê kir.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zehra El-Ehmed sersaxî da malbat şehîd û teqezî bi berdewamkirina têkoşînê kir. Her wiha destnîşan kir ku bi hevgirtina pêkhateyan û hêzên leşkerî dê hemû êrişên li dijî herêmê bên têkbirin.

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şedadê Semîr Dibis jî axivî û bal kişand ser dilsoziya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şehîdan re û parastina deskeftiyên li herêmê kir.

Di dawiya merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Selman El-Ewad wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Piştre cenazeyê şehîd hat veşartin.

ANHA