Li herêma Cizîrê transên kehrebeyê ji bo 5 xetan hatin belavkirin

Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Cizîrê ragihand ku dest bi belavkirina transên kehrebeyê ji bo 5 xetên sereke yên li bajar û navçeyên Qamişloyê û navçeya Holê ya Hesekê kiriye.

Li herêma Cizîrê transên kehrebeyê ji bo 5 xetan hatin belavkirin
6 tîrmeh, 2022   11:31
QAMIŞLO

Têkildarî mijarê, Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Cizîrê li pêş nivîsgeha xwe ya li Rimêlanê ya Qamişloyê daxuyaniyek da. Serokê Daîreya Fînans û Bikaranînê ya Nivîsgeha Enerjiyê Nîhad Osman daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Dê transên kehrebeyê li van herêman werin belavkirin: 

Li taxa Teyî ya Qamişloyê û dê kehrebeyê bide 200 malan.

Li gundê Xalid ê li Amûdê û dê kehrebeyê bide 50 malan.

Li gundên Naim û Eyar ên herêma Til Hemîsê û dê kehrebeyê bide 250 malan.

Li Til Birakê û dê kehrebeyê bide 70 malan.

Li Holê û dê kehrebeyê bide 70 malan."

(fr)

ANHA