‛Divê şênî li hember dagirkeran amade bin’

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember êrişên dagirkeriya Tirk amadekariyên xwe zêde bikin û got parastina xakê û destkeftiyan erkeke neteweyî ye.

‛Divê şênî li hember dagirkeran amade bin’
6 tîrmeh, 2022   11:05
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûcên li dijî jin û zarokan, Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyaniyek li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a Qamişloyê da.

Di daxuyaniyê bi dehan jin amade bûn. Endamên meclisê Şêrîn Ehmed û Evîn Hac bi zimanên kurdî û erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em di qonaxeke amadekariya şerê gel ê şoreşgerî re dijîn, divê em amadekariyên xwe li hember êrişên dewleta Tirk bilind bikin. Ji ber parastina xakê û destkeftiyên me erkeke neteweyî û şoreşgerî ye."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrişên dewleta Tirk ji 11 salan ve ranawestîne, her wiha êrişên wê li ser gerîla li Başûr û Bakurê Kurdistanê û bikaranîna çekên qedexekirî nasekinîne.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser zêdekirina êrişan ji hêla dagirkeriya Tirk ve û ev tişt got: "Herî dawî jî hedefgirtina jinan li Mexmûrê ya Başûrê Kurdistanê bû. Ev êrişên li ser xaka Iraqê pêk tên, binpêkirina serweriya Iraqê ye û li eniya hikumeta Iraqê şermek e."

Komîteyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser jin û zarokan nîşaneya lawazbûna siyasetên wê ye û bang li rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî kir ku dagirkeriya Tirk bisekinînin û sînorekê ji sûcên wê re deynin.

Di dawiyê de komîteyê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin û got: "Em ê li ber xwe bidin û bi hemû hêza xwe ji bo rawestandina van êrişan tê bikoşin."

(fr)

ANHA