​​​​​​​Zarokên şehîdan tecrîda li ser rêber Ocalan û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Zarokên şehîdan ên herêma Firatê derketin xwepêşandanê û tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk ên li dijî çiyayên Kurdistanê şermezar kirin. Her wiha anîn ziman ku ew piştgiriya gerîla dikin.

​​​​​​​Zarokên şehîdan tecrîda li ser rêber Ocalan û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
6 tîrmeh, 2022   10:24
KOBANÊ

Xwepêşandana zarokên şehîdan ji Qada Jina Azad a Kobanê dest pê kir û bi sedan şêniyên Kobanê tev lê bûn.

Di xwepêşandanê de pankertên “Li dijî tecrîd û îxanetê dest bi şerê azadiyê bikin" hildan.

Li Qada Şehîd Egîd deqeyekê rêz girtin, paşê kurê şehîd Remedan Ocalan Xelîl bi navê zarokên şehîdan daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gel bi hezaran şehîd di oxira parastina ewlehî û yekitiya de dane hate diyarkirin ku dewleta Tirk êrişên li dijî Herêmên Parastina yên Medyayê zêde kirin û ji erka wan e ku piştgiriya gerîla bikin.

Zarokên şehîdan di dawiya daxuyaniyê xwe de soz da ku rêya dê û bavên xwe yên şehîd bişopînin heta ku dagirkeriyê têk dibin.

(dm)

ANHA