Balafirên şer ên Rûsyayê ji nû ve başûrê Idlibê bombebaran kir

Piştî 2 mehan, balafirên şer ên Rûsyayê ji nû ve herêmên li başûrê Idlibê bombebaran kirin. Hêzên hikumeta Şamê jî bakurê Idlibê topbaran kir.

Balafirên şer ên Rûsyayê ji nû ve başûrê Idlibê bombebaran kir
6 tîrmeh, 2022   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku piştî 2 mehan, balafirên şer ên Rûsyayê ji nû ve “herêmên bêçek” bombebaran kirin. Balafirên şer ên Rûsyayê vê sibê 3 êriş li dijî herêmên Bênîn û Riwêhe yên başûrê Idlibê pêk anîn. Agahiyên der barê kuştiyan de heta niha bi dest neketine.

Li aliyekî din, hêzên hikumeta Şamê herêmên li derdora bajarokê Merat El-Nesan a bakurê Idlibê topbaran kir. Di hedefgirtinê de çekên giran jî hatin bikaranîn.

SOHR'ê di 12'ê Gulana borî de ragihandibû ku balafirên şer ên Rûsyayê li dijî gundê Mintef, Kefer Lata û Mear Zav ên Idlibê 4 êriş pêk anîne. Di encamê de sivîlek birîndar bûbû û zirarên madî pêk hatibûn.

(dm)