Lêkolînerên lîbyayî: Helwesta gel dê komên îslama siyasî ji holê rake

Lêkolîner û akademîsyenê lîbyayî Dr. Cibrîl El-Ubêdî destnîşan kir ku daketina gel li kolananên Lîbyayê dê komên îslama siyasî ji holê rake. Her wiha çalakvanê siyasî yê lîbyayî Mihemed El-Hesûnî diyar kir ku xwepêşandan dê veguherin şoreşeke gelêrî li dijî çete û destwerdanên ji derve.

Lêkolînerên lîbyayî: Helwesta gel dê komên îslama siyasî ji holê rake
6 tîrmeh, 2022   06:22
QAHÎRA - EMANÎ EZAM

Roj bi roj rewşa Lîbyayê xerabtir dibe, bi taybetî piştî xwepêşandanên gel ên ku li bajarên Terablus, Mesrate, Tebruq û Sebhayê dest pê kirin.  Xwepêşandêr daxwaz dikin ku hemû pergalên siyasî werin hilweşandin û bi lez hilbijartinên seroketî û parlementoyê werin lidarxist. Her wiha bang derxistina çete û hêzên biyanî ji rojhilat, başûr û rojavayê Lîbyayê dikin.

Sekretêrê Giştî yê Komara Dewletên Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt fikarên xwe ji ber rewşa Lîbyayê anî ziman, nexasim ku aliyên lîbyayê li ser reşnivîsa destûrê li hev nekirin. Ebû El-Xeyt anî ziman ku aloziya siyasî û negihiştia lihevkirinê dê encamên xirab ji bo îstiqrara Lîbyayê bi xwe re bîne.

Çalakvanên lîbyayî teqez kirin ku ew ê xwepêşandanên xwe bidomînin heta ku desthilatdarî hilweşe. Li aliyekî din jî Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li hemû aliyan kir ku daxwazên gelê Lîbyayê bi cih bînin.

Ji roja înê ve li gelek bajarên Lîbyayê, xwepêşandan ji ber rewşa jiyanê ya xerab, tunebûna elektrîkê û buhabûna nirxên kel û pelan dest pê kirin.

Xwepêşandan piştî rojekê ji danûstandinên bi navberkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Cinêv yên bi ji bo pêkanîna hilbijartinan li Lîbyayê, ku ew jî bê encam bi dawî bûn, dest pê kirin.

Ji serhildana sala 2011'an a ku pergala Mûmer El-Qezafî hilweşand ve, li Lîbya ya ku NATO'yê desteka wê dike, alozî hene û hîna armancên serhildanê yên ji bo demokrasiyê pêk nehatine, berovajî vê yekê welat veguherî desthilataran ku emîrên şer ên ku desteka xwe ji derve digirin, bi taybet Tirkiyê, bi rêve dibin. Tirkiyê li welat çete û fermandarên "Rêxistina El-Qaîde" bi cih kir.

Niha li Lîbyayê du hikûmetên dijber hene. Di sibata borî de paraementoya ku li rojhilatê Lîbyayê bi cih dibe Fethî Başaxaa wek serokwezîr ê rêberê Ebdulhemîd El-Debîbe yê ku li Terablusê bi cih dibe, hilbijart.

Wekî beşek ji hewldanên pêkanîna aştiyê ya bi sopnseriya Neteweyên Yekbûyî El-Debîbe di Adara 2020'an wek serokê hikûmetê hat hilbijartin, qebûl nekir ku beriya hilbijartinên nû dev ji desthilatiyê berde.

BINKEFTINEKE SIYASÎ DÊ BI SERHILDANA GEL ENCAM BIBE

Girêdayî mijarê, lêkolîner û akademîsyenê lîbyayî Dr. Cibrîl El-Ubêdî diyar kir ku binkeftina aliyên lîbyayî, NY û dewletên ku destwerdana karûbarên Lîbyayê kirine di peydakirina çareserî û lihevkirinê de ne dûr e û sedema vê yekê ew e, kesên ku bi desthilatiyê girtine naxwazin dev jê berdin.

El-Ubêdî ji ajansa me re wiha anî ziman: "Tiştê nû di rojeva Lîbyayî de xwepêşandan û tevgera gel e; ev yek tsonamiyeke gel e ku dê koka siyasî ya nedirist û komên îslama siyasî rake, tevî ku hewldan hene ku gel ber bi aliyê xwe ve bibin, lê ew nagihîjin armancên xwe."

Serokê hikûmeta "Yekîtiya Niştîmanî" li Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe destnîşan kir ku gel xwedî maf e û azad e û qanûn dê parastina wan bike.

Li gorî çavdêran ev gav hewldaneke El-Debîbe ye ku dixwaze xwe ber bi aliyê xwepêşanderan ve bibe da ku mayîna xwe di desthilatiyê de dabîn bike. Lê ya rast ew e ku xwepêşandan di serî de ji ber binkeftina hikûmeta wî dest pê kirin.

Lêkolîner û akademîsyenê lîbyayî her wiha diyar kir ku pirrengî di derketina kolanan de heye, lê daxwaza hemûyan jî yek e, ji ber ku ev xwepêşandan piştî deh salan ji tarîtiya rewşa Lîbyayê, aloziya siyasî, binkeftina hikumetê di peydakirina ewlehiya xurekê, derman û kehrebê de ku bingehên jiyanê, texmînkirî bûn.

XWPÊŞANDAN DÊ XURT BIKIN Û BANG HILWEŞANDINA DESTHILATA HEYÎ YE

Çalakvanê siyasî yê lîbyayî Mihemed El-Hesûnî destnîşan kir ku rewşa hey pir aloz e, ji ber tunebûna pêdiviyên sereke û buhabûna nirxên madeyên sereke

El-Hesûnî her wiha ji ajansa me re wiha anî ziman: "Welatî rewşa berî 2011'an û niha ve tîne ber hev, xweziya xwe bi rojên El-Qezafî tîne.  Bi firehbûna xwepêşandanan re silogan û dirûşmeyên ku xweziyê bi hikûmeta berê tînin hatin rakirin."

El-Hesûnî destnîşan kir ku tevlihevî û bêhêviyeke gel heye ku dixwazin hemû aliyên hikûmetê biçin.

Der barê pêşbîniya rewşa Lîbyayê de, çalakvanê siyasî El-Hesûnî got, ''Agirê xwepêşandanan dê li hemû bajaran gurtir bibe. Tiştê ku em îro dibînin destpêka şoreşeke gel e ya rast li dijî gendelî û destwerdanên derve û çeteyan e.''

Di dawiya axaftina xwe de El-Hesûnî diyar kir ku gendelî êdî gihiştiye parlemento, dewlet, meclisa seroketî û hikûmetê jî.

 (mh)

ANHA