Li Zanîngeha Kobanê ezmûnên dawiya salê dest pê kirin

Vê sibehê li Zanîngeha Kobanê bi fakulte û peymangehên xwe ezmûnên dawiya sala xwendinê ya 2022-2021`an dest pê kirin.

Li Zanîngeha Kobanê ezmûnên dawiya salê dest pê kirin
3 tîrmeh, 2022   10:24
KOBANÊ

Li Zanîngeha Kobanê vê sibê 550 xwendekaran dest bi ezmûnên werza duyem ya sala xwendinê ya 2022-2021`an kirin.

Li Zanîngeha Kobanê 2 fakulte û gelek peymangeh hene. Dema xwendina her du fakulteyan 4 sal in û ya peymangehan jî du sal û nîv e.

Li Zanîngehê Fakulteya Wêjeyê (wêjeya erebî, wêjeya kurdî) û Fakulteya Zanistên Xwezayî (Fîzîk, Kîmya, Bîrkarî û Zanistî) hene.

Peymangeh jî ev in:

Peymangeha Zanistên Perwerdê, tê de Erdnîgarî, Mamostetiya Refê, Îngilîzî, Fîzîk, Kîmya, Bîrkarî û Zanist heye.

Peymangeha qanûnî û Îdarî.

Peymangeha Teknîkî; ji beşên kehrebeyê û mekanîkî pêk tê.

Peymangeha Tibî; ji Benckirin, Hemşîre û testan pêk tê.

Tê payîn ku ezmûn 21`ê Tîrmehê bi dawî bibin.

(eh)

ANHA