Siyasetmedarekî Êzidî: PDK`ê berpirsê bûyerên li Şengalê ye

Endamê Meclisa Giştî ya Yekitiya Êzidiyên Sûriyê Fewaz Eyo diyar kir ku PDK'ê berpirsê sereke yê bûyerên li Şengalê rû didin û got, civaka Êzidî ya Şengalê dikare xwe biparêze

Siyasetmedarekî Êzidî: PDK`ê berpirsê bûyerên li Şengalê ye
3 tîrmeh, 2022   00:46
HESEKÊ – BOTAN HISÊN

Piştî binkeftina çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê û têkçûna peymana PDK û hikumeta Kazimî ya sorkirina êzidiyan li hemberî Rêveberiya Xweser a Şengalê, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe hewayî li ser Şengalê zêde kirin.

Ji destpêka sala 2017`an ve dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 21 êriş li dijî Şengalê pêk anîne. Di êrişên xwe de welatî, rêveber û berpirsên ku destek didan birêxistinkirina êzidiyan bi awayekî rasterast dike hedef. Ji ber van êrişan endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî, Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Zerdeşt Şengalî û Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xwser a Şengalê Merwan Bedel şehîd bûn.

Herî dawî dewleta Tirk a dagirker di 15`ê Hezîrana borî de du caran êriş bire ser avahiya Meclisa Navçeya Sinûnê, di encama wê de zarokekî 12 salî û çalakvanê sivîl Îbrahîm Evdê şehîd bûn û 8 kes jî birîndar bûn.

Têkildarî mijarê endamê Meclisa Giştî ya Yekitiya Êzidiyên Sûriyê (YÊS) Fewaz Eyo ji ANHA`yê re axivî.

Fewaz Eyo anî ziman ku dewlet Tirk dewleteke dagriker e, niyetên xwe yên vegerandina Osmanî û pêkanîna "Mîsaqî Millî" eşkere dike. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe demografiya herêmên timaya xwe yên li Sûriyê û Iraqê diguhere, di sala 2014'an de hewl da Kobanê û Şenaglê ji niştecihên wê yên resen vala bike û di sala 2018'an de dema Efrîn dagir kir, heman tişt kir.

Eyo wiha domand: "Heger mirov balê bide nasnameya van her sê herêman, dê bibîne ku rêjeya herî bilind a niştecihên wan Kurd in. Herêmên sînorî li başûr, başûr rojavayê Kurdistanê gelek girîng in. Ji ber ku bi tu awayî gelê wê dewleta Tirk a dagirker qebûl nake. Ev yek li pêşiya pêkanîna planên mêtingeriyê yên dewleta Tirk astengî ye, ji ber wê dest bi guhertina demografiyê kir."

Eyo îşaret pê kir ji bo nirxandina siyasetên dewleta Tirk a dagirker, balkişandineke li ser bûyerên ku li Şengalê rû didin û sûcên ku li wir dike, têrê nakin û got: "Divê tevger û hewldanên wê yên sûcdar ên li gelemperiya herêmê werin dîtin. Li hemberî vê yekê tu helwest an bersiveke exlaqî ji aliyê hêzên navneteweyî ve tune ne."

Fewaz Eyo diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji siyasetên berfihrekirinê li Sûriyê û Iraqê, herêman ji şêniyên wê yên resen vala bike, komên biyanî li şûna wan bi cih bike da ku nasnameya wê tune bike, astengiyên li pêşiya planên berfirehkirinê ku ji her kesî ve eşkere ye, rakin.

Eyo got hebûna dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê û Iraqê derqanûnî ye, binpêkirina serdestiya her du dewletan û wiha pêde çû: "Bi dehan baregehên leşkerî yên dewleta Tirk li Sûriyê û Iraqê hene bêyî ku zemîneke qanûnî ji vê yekê re hebe. Ev jî binpêkirina serdestiya niştîmanî ya her du dewletan e."

Eyo di axaftina xwe de behsa girîngiya Şengalê kir ku dibe armanca dewleta Tirk û ev tişt anî ziman: "Tişta ku dihêle Şengalê ji herêmên din ên çavnebariya dewleta Tirk cûda be, aliyê olî û neteweya kurdistanî ye. Ev jî xeterî û astengiyê li pêşiya dewleta Tirk zêdetir dike. Nemaze piştî rizgarkirina Şengal ji DAIŞ`ê û avakirina sîstema rêveberî ku parastina civaka Êzidî dike."

Fewaz Eyo di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: "Em dibînin ku dewleta Tirk her demekê kesayetên welatparêz û rêveber ên li Şengalê dike hedef. Dixwaze bi vê yekê rihê berxwedanê ya hêzên Êzidî derbe bike. Her wiha welatiyan dike hedef da ku aramiya herêmê xira bike û vegera wan ji Şengalê re asteng bike."

Fewaz Eyo destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Şengalê dema dibêje PDK`ê berpirs e di vê yekê de raste û got: "Dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrişî Şengalê kir, PDK'ê hêzên xwe vekişand bêyî ku li ber xwe bide û sivîl bi tenê hiştin. Ji sedemên din, PDK'ê Rêveberiya Xweser a Şengalê û mafê rêvebirinê yê êzidiyan nas nekiriye. Her wiha îtîrafê bi hêzên Êzidî yên rewa nake û hewl dide hêzeke leşkerî û sivîl ên alternatîf ava bike. Êzidî jî van hêzan qebûl nakin. Heman demê PDK'ê nahêle êzidiyên koçber vegerin Şengalê, der bare bûyerên 3'ê Tebaxa 2014'an de lêpirsînê venake û hesabê ji berpirsên wê naxwaze. Her wiha provokasyonên ragihandinê yên pêşîn ji bo reşkirina rastiyên li ser Şengal û gel û rêveberiya wê dike. PDK'ê li ber pêşkêşkirina doza êzidiyan di qadên xwecehî, herêmî û navneteweyî de dibe asteng. Israr dike ku bi çi rêbazan, bi tankên Kazimî be, an balafirên Erdogan be yan jî bi rêya her duyan be,  bi tenê xwe dosyaya Şengalê bi rêve bibe."

Têkildarî helwesta Wezarta Karên Derve ya Iraqê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê jî Eyo ev tişt anî ziman: "Wezareta karên derve ya Iraqê tişta ku hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê û wezareta wê ya derve ne kir, kir. Dibe ku ev  tişta herî zêde ku karibû kiriba. Ew jî ji ber rewşa siyasî ya li Iraqê, nakokiyên di navbera komên siyasî û serdestiya Tirkiyê û Iranê. Di rastiyê de li Iraqê serdestiyeke rewa ya yekbûyî tune ye. Ji ber wê jî em tevliheviyê di hemû dosyayên wê de dibînin, naxasim dosyaya Şengalê ku her tê nîşandan ji aliyê komên cûda ve tê astengkirin. Ev yek cûdabûna nêrînên aliyên siyasî û leşkerî yên der barê Şengalê de eşkere dike."

Endamê Meclisa Giştî ya Yekitiya Êzidiyên Sûriyê Fewaz Eyo di dawiyê de got, îşaret bi derfetên xweser ên şêniyên Şengalê di avakirin û parastina herêmê de, kir.

(bx)

ANHA