​​​​​​​Panorama hefteyê: DAIŞ li Siwêdayî çalak dibe, Çarçoveya Hemahengiyê li destekekê digere

Çavkaniyên xwecihî ji Siwêdayê diyar kirin ku çeteyên DAIŞ'ê li rojhilatê bajar êriş pêk anîn. Çarçoveya Hemahengiyê hewl dide desteka hêzên herêmî û navneteweyî yên li qada Iraqê bandor in, wergire da ku xebata siyasî bi rê ve bibe.

​​​​​​​Panorama hefteyê: DAIŞ li Siwêdayî çalak dibe, Çarçoveya Hemahengiyê li destekekê digere
3 tîrmeh, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Vegera DAIŞ'ê li Siwêdayê, aloziya siyasî ya li Iraqê, her wiha dirêjkirina dema agirbestê li Yemenê manşetên rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.

ŞANEYÊN DAIŞ`Ê LI ROJHILATÊ SIWÊDAYÊ DÎSA BI TEVGHER BÛNE

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: "Çalakvanên ji başûrê Sûriyê duh ragihandin ku şaneyên DAIŞ`ê dîsa bi tevger bûne, nexasim li herêmên nêzî gundewarê rojhilatê Siwêdayê, ku berê jî li wan gund û bajarokan DAIŞ`ê li dijî zarok, jin û mêran êriş û sûc pêk anîbû. Li gorî edîtorê Tora 'Siwêda 24' Reyan Marûf, DAIŞ li herêmê bi rengê şaneyên belavbûyî jinûve derdikeve û li herêma Tilûl Sefa xwe bi cih dike.

Di 25`ê Tîrhmeha 2018`an de DAIŞ`ê li parêzgeha Siwêdayê êriş pêk anîbû. Lê piştî ku beriya çend salan di aliyê leşkerî de hat têkbirin û ji başûrê Sûriyê hat qewitandin, tevgera wê pir kêm bû. Lê belê xuya ye ku şaneyên DAIŞ`ê li zêdetirî herêmeke başûrê Sûriyê bi taybet li rojhilatê parêzgeha Siwêdayê xwe ji nû ve bi tevger dikin.

Reyan Marûf ji rojnameya Şerq El-Ewsat re got: "Êvara çarşemê li herêma El-Hura ya rojhilatê çolistana Siwêdayê, ciwanên eşîran tevî leşkerên rejîmê li dijî wesayîteke leşkerî ya ji çolistana Humsê dihat û ber bi Tilûl Sefa ve diçû ku şaneyên girêdayî DAIŞ`ê li wir çalak in, kemînek danîn. Piştre teqînek pêk hat û di navbera her du aliyan de şer derket. Di şer de kesekî di wesayîta leşkerî de bû, hat kuştin, kesê din ê pê re jî xwe teqand.

Piştî ku wesayît hat kontrolkirin, diyar bû ku her du kuştî girêdayî DAIŞ`ê ne. Her wiha miqadareke çek, moşek, cîhazên peywendiyan, dûrbîn û cilên leşkerî pê re hatin dîtin. Diyar bû ku yên hatine kuştin, ew tişt dibirin herêma Tilûl Sefa ku şaneyên DAIŞ`ê xwe lê vedişêrin. Piştî wê bûyerê, balafirên şer ên Rûsya bi nizmî li asîmanê herêmên gundewarê parêzgehê firiyan û operasyonên paqijkirinê pêk anîn.

Çavkaniyekî nêzî Tevgera "Rîcal El-Kerame" ku mezintirîn komên çekdar li Siwêdayê ye, got ku metirsiyên ku senaryoya êrişên mezin ên DAIŞ`ê li dijî Siwêdayê dubare bibin, sînordar in. Ji ber ku tevgerên rêxistinê û herêmên belavbûna wê li çolistanê nîşan nadin ku dê karibe êrişên nû li dijî herêmê pêk bîne. Her wiha hebûna wî li li herêmên Kera û Tilûl Sefa yên nêzî çolistana Siwêdayê, tenê bi rengê şaneyan e. Li beramberê wê hêzeke leşkerî ya mezin hem a komên çekdar li Siwêdayê, hem jî ya hêzên rejîma Sûriyê û hêzên alîgirên wê wekî hêzên Arêşa Rizgariyê ya Filistînê li herêmê hene."

ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ DI BIRÊVEBIRINA XEBATA SIYASÎ YA IRAQÊ DE LI DESTEKDAYÎNA NAVNETEWEYÎ DIGERE

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Çarçoveya Hemahengiyê hewl dide hêzên alîgirê Îranê tev li xwe bike ku desteka hêzên herêmî û navneteweyî yên li qada Iraqê bandor in, wergire ku xebata siyasî piştî vekişîna şepêla El-Sedrî, bi rê ve bibe.

Çavdêr dibînin ku hêzên bingehîn ên Çarçoveya Hemaheniyê ji bo çi gavên pêşerojê yên beriya biryardayîna avakirina hikumetê li desteka hêzên herêmî û navneteweyî digere.

Ji rêzehevdîtinên bi balyozên dewletên têkildarî rewşa iraqê, serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nûrî Malikî bi balyozê brîtanî re li Bexdayê civiya, lê beriya wê jî bi balyozê dewleta Tirk re civiya.

Nûrî Malikî di gelek boneyan de Hevbendiya "Înqaz Weten" ku tê de Şepêşa El-Sedrî, PDK’ê û Hevbendiya Serweriya Sunnî heye bi vekirina derfetê li pêş destwerdanên biyanî, tawanbar kir.

Li gel hevdîtin Malikî, serokê "Esaib Ehlulheq" Qeys El-Xuzelî bi balyozê Çînê Tsui Wei re civiya.  Esaib Ehlullheq yek ji girîngtirîn hêzên aktîf di Çarçoveya Hemahengiyê de ye û serkêşiya milîsên çekdar ên bi Îranê re hevalbend in dike ."

‘ALOZIYA YEMENÊ KÛRTIR DIBE, JI BO DIRÊJKIRINA AGIRBESTÊ BANGEWAZÎ HENE’

Girêdayî rewşa Yemenê, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Pêdiviya parastina agirbesta li Yemenê û dirêjkirina wê zêdetir dibe. Di demekê de ku yemenî krîzeke mirovî û aborî ya dijwar derbas dikin. Di demên dawîn de Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) alîkariyên xwarinê ji Yemenê re zêdetirî nîvî kêm kirine.

Şandeya YE’yê bang li aliyên Yemenê û bi taybet Hûsiyan kir ku bi awayekî avaker li gorî pêşniyarên nûnerê NY’yê Hans Grundberg tev bigerin. Şandeyê her wiha teqezî bi girîngiya agirbestê kir.

Li aliyekî din, balyozê DYA’yê yê Yemenê Stephen Fagan di serdana xwe ya li parêzgeha Hederemewt de diyar kir ku parastina agirbestê mijareke bingehîn e ji bo başkirina aboriyê ku dibe derfetê li pêş xebata siyasî ya giştî fireh dike.

Di vê demê de WFP’ê ragihand ku alîkarên xwarinê ji Yemenê re bi zêdetirî nîvî bi sedema kêmbûna fînansê, ji ber şerê li Ukraynayê kêm kiriye. Dê alîkarî ji sedî 50 ji pêdiviyên rojane yên ji bo 5 milyon mirovên ku pêwîstiya wan pê heye, kêm bibe. Lê ji bo yên din jî ku 8 milyon in, ji sedî 25 kêm bibe."

ANHA