Li Dirbêsiyê belgefîlma “Nûjiyan” hate pêşandan

Li Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Dirbêsiyê belgefîla “Nûjiyan” hate pêşandan ku behsa kurtejiyana rojnamevana şehîd Nûjiyan Erhan dike.

Li Dirbêsiyê belgefîlma “Nûjiyan” hate pêşandan
2 tîrmeh, 2022   18:28
HESEKÊ

Belgefîl bi koordîneya Tevgera Hîlala Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê hate pêşandan.

Beriya film bê pêşandan, derhênera belgefîlêm Jînda Asmen axivî û got: “Nûjiyan, jiyana xwe di oxira eşkerekirina rastiyê de borand. Armanca ji fîlmê, nasandina jiyana rojnamevan Nûjiyan û têkoşîna wê ye.”

/ar/uploads/files/2022/07/02/180424_2022-7-2-alderbasiya-film-nujiyan-28529.webp

Paşê beşdaran li belgefîlmê temaşe kir ku dema wê saetek û 13 deqe ne.

Rojnamevan Nûjiyan Erhan di 3`yê Adara 2017`an de li navçeya Xanesor a Şengalê bi destê Leşkerên Roj ên girêdayî PDK`ê birîndar bû û di 22`yê Adarê de li nexweşxaneya Hesekê tevî hemî hewldanên bijîşkan şehîd bû.

ANHA