Hefteya Çandê li Dirbêsiyê dest pê kir

Bi sponseriya Hîlala Zêrîn a Herêma Cizîrê û koordîneya Navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê, îro roja yekemîn a Hefteya Çandê li navçeya Dirbêsiyê dest pê kir.

Hefteya Çandê li Dirbêsiyê dest pê kir
2 tîrmeh, 2022   18:12
HESEKÊ

Bi dehan şêniyên navçeya Dirbêsiyê û endamên Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê ji bo destpêkirina Hefteya Çandê li navçeyê kom bûn.

Roja yekemîn a Hefteya Çandê li navçeyê bi pêşandana gelek pirtûkên Kurdî û Erebî, tablo, amûrên folklorî û cilûbergên kurdî yên folklorî dest pê kir.

/ar/uploads/files/2022/07/02/173559_2022-7-2-alderbasiya-hiftiya-cande-28229.webp

Hevserokê Navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê û endamê Komîteya Amadekar Selman Îbrahîm têkildarî armancên wan ji vê çalakiyê û plansaziya wan ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku lidarxistina Hefteya Çandê bi armanca vejandina çand û folklora herêmê ye.

Der barê plansaziyê de Selman Îbrahîm wiha anî ziman: “Çalakî dê li bajarokên Qermanî û El-Sîkir ên navçeya Dirbêsiyê werin lidarxistin. Dê berhemên hunerî bên pêşkêşkirin û dê cilûbergên kurdî yên folklorî, her wiha dê gelek pirtûkên kurdî û erebî werin pêşandan û ji xwîneran re bê pere bên belavkirin.”

Hefteya Çandê li navçeya Dirbêsiyê û bajarokên wê dê bi awayekî rojane ji saet 10:00`an sibehê heta 9:00`an êvarê bi koordîneya komên şanoyê yên Navenda Xabûr a Çand û Hunerê li bajarê Hesekê, bidome.

(mh)

ANHA