Şandeyeke Awisturyayê serdana Daîreya Têkiliyên Derve kir

Şandeyeke Awisturya bi seroketiya namzetê Partiya Kesk a parlamentoyê Eva Dzic û lêkolîner, akademîsyen Thomas Schmidenfer îro gihaştin Daîreya Têkiliyên Derve ya li Qamişloyê.

Şandeyeke Awisturyayê serdana Daîreya Têkiliyên Derve kir
2 tîrmeh, 2022   17:06
QAMIŞLO

Şande ji aliyê cîgirên hevseroketiya Daîreya Têkiliyên Derve Fener El-Giêt û Ebîr Îlya û endamê Desteya Rêveber a Daîreyê Xalid Îbrahîm ve hate pêşwazîkirin. Her du aliyan behsa girîngiya pêşkêşkirina destekê ji Rêveberiya Xweser re di aliyê siyasî û aborî de kirin.

Her wiha zehmetiyên ewlehî û aborî, pêwîstiya ku civata navneteweyî berpirsyariyên xwe di dosyaya terorê de pêk bînîn nîqaş kirin.

Cîgirê hevseroketiyê Fener El-Giêt der barê gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêbaz û sîstema Rêveberiya Xweser û pêşxistina rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de axivî.

El-Giêt wiha domand: “Rêveberî bi zehmetiyên aborî û mirovî yên mezin re rû bi rû ye, nexasim piştî girtina deriyê sînor ê Til Koçerê, derbaskirina rêjeyên kêm a alîkariyan ji herêmê re, ji ber ku alîkarî bi rêya hikumeta Şamê derbas dibin. Ev yek azarên şêniyên herêmê zêde dikin. Li rex wê jî cezayên qanûna Qeyser û bandorên wê li ser herêmê hene.”

El-Giêt di berdewama axaftina xwe de behsa xeteriya kampên Hol û Roj kir û got: “Zarok û jinên di wan kampan de li gorî îdeolojiya terorê tên perwerdekirin. ev yek jî dihêle DAIŞ xwe ji nû ve li herêmê vejîne. Birina malbatên DAIŞ’ê  ji aliyê civata navneteweyî ve doza terorê bi temamî çareser nake. Divê destekê bidin Rêveberiya Xweser da ku rewşa kampan û girtîgehan bi pêş bixe û navendên ji nû ve perwerdekirinê ava bikin, da ku rê li pêşiya belavbûna terorê bigirin, aştî û aramî li herêmê pêk were.”

Endama Parlementoya Awisturya ya ji Partiya Kesk Eva Dzic got: “Planên serokê dewleta Tirk li dijî qanûnên navneteweyî ne û divê civata navneteweyî rêgezên bingehîn ên pergala navneteweyî biparêze.”

Eva Dzic wiha domand: “Tevliheviyên jeosiyasî derfetê didin Erdogan, tiştên ku niha dibin dijminatiya bi Kurdan re, zordestiya li dijî opozisyonê û ragihandina azad li Tirkiyê nîşan didin.”

Eva Dzic anî ziman ku dixwaze rewşa çeteyên DAIŞ’ê yan rewşa jinên ku tev li DAIŞ`ê bûne û hîna li herêmê ne, bişopîne.  

Eva Dzic wiha domand: “Ez wek endameke parlamentoyê dixwazim nas bikim ku em dikarin çawa alîkariya xelkê li vir bikin. Çawa em dikarin hestên gelên Ewropayê bilivînin da ku bi Erdogan re li ser hesabê kurdan lihev nekin.”

 (mh)

ANHA