​​​​​​​Ol û bandora wê li civakan di panelekê de hatin nîqaşkirin

Nivîsgeha Olî ya bajarê Hesekê panelek li ser girîngiya ol û baweriyan di civakan de li dar xist.

​​​​​​​Ol û bandora wê li civakan di panelekê de hatin nîqaşkirin
​​​​​​​Ol û bandora wê li civakan di panelekê de hatin nîqaşkirin
​​​​​​​Ol û bandora wê li civakan di panelekê de hatin nîqaşkirin
​​​​​​​Ol û bandora wê li civakan di panelekê de hatin nîqaşkirin
​​​​​​​Ol û bandora wê li civakan di panelekê de hatin nîqaşkirin
2 tîrmeh, 2022   13:57
HESEKÊ

Bi vexwendina Nivîsgeha Kar û Barên Ol û Baweriyan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê û beşdarbûna Kongreya Civaka Îslama Demokratîk, Nivîsgeha Jin a Olî ya bajarê Hesekê panelek bi navnîşana ''ol û civak'' li Baxçeyê Xwendinê yê bajarê Hesekê li dar xist. Bi dehan rewşenbîr û endamên saziyên sivîl beşdarî panelê bûn.

Di panelê de du mijarên sereke hatin nîqaşkirin, ''girîngiya ol di civînan de û çawaniya pêşxistina wê'' û "Lêborîna ku ol di nava xelkê de belav dike".

Endama Nivîsgeha Jin a Olî ya Hesekê Xilûd Ebdo mijara yekemîn şîrove kir. Tê de têgeha ol pênase kir, bandora wê li  civakan şîrove kir. Her wiha îşaret bi hewldanên reşkirina ol kir.

Endama Nivîsgeha Kar û Barên Ol û Baweriyan a Herêma Cizîrê Sena Ferio mijara duyemîn şîrove kir. Sena Ferio bal kişand ser girîngiya belavkirina çanda hezkirin û lêborîna di nava civakê de û çawaniya avakirina civakeke dirust destnîşan kir.

Beşdaran îşaret bi têgînên şaş ên li ser ol û baweriyan, di taybet ola îslamê têne belavkirin, kir. Her wiha bal kişand ser rola ol di avakirina jiyaneke hevbeş di navbera hemû ol û etnîkên civakê de.

Xilûd El-Îsa girîngiya lidarxistina mîna van çalakiyan ji ANAH'yê re nirxand û anî ziman ku ev çalakî bandoreke baş li jiyana navxweyî û qebûlkirina her ferdek yên din dike.

Xilûd Ebdo anî ziman ku armanc ji van çalakiyan danasîna rêgezên rast ên îslamê û nirxên olî ye ku civakê ber bi hevgirtinê ve bibin.

ANHA