​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Minbicê ciwanek qetil kir

Di êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gunekî Minbicê de ciwanek şehîd bû.

​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Minbicê ciwanek qetil kir
2 tîrmeh, 2022   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê,  artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Mezret El-Cerad ê dikeve bakurê bajarê Minbicê bi çekên giran û navîn topbaran dikin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di topbaranê de ciwanê bi navê Mihemed Xalid El-Mihemed (23) dema di nav zeviyên çandiniyê de dixebitî şehîd bû.

ANHA