​​​​​​​Desteya Rûspiyan: Em ê li hember planên qirkirinê yên dewleta Tirk bisekinin ‎

Desteya Rûspiyan bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ê li hember planên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser herêmê bisekinin. ‎

​​​​​​​Desteya Rûspiyan: Em ê li hember planên qirkirinê yên dewleta Tirk bisekinin ‎
22 hezîran, 2022   11:36
QAMIŞLO ‎

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Endamê desteyê Elaedîn Şêx Ehmed li pêş navenda desteyê ya li Qamişloyê daxuyanî xwend. ‎

Bi dehan rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd tev li daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Tirk mijûlbûna cîhanê li ser şerê li Ukraynayê li gorî xwe bi kar tîne û ev tişt hate gotin: “Bûyerên li herêmê û cîhanê ‎bi şerê Rûsya û Ukraynayê re zêde bûn. Wê yekê rê li pêş sutlanê Osmaniya Nû vekir û gefên êrişên nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin ku careke din desthilata Osmanî vegerîne."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gel van rewşan dewleta Tirk niyeta xwe ya gefxwarinê li ser herêmê eşkere kir da ku parçeyên din ji Sûriyê dagir bike û bi wê re bendên Mîsaqî Millî vegerîne. ‎

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku siyasetên qirkirin û planên mêtinger li dijî Bakur û ‎Rojhilatê Sûriye bû sedem ku eşîr li dijî dagirkeriya li ser xaka Sûriyê tev bigerin.

Di daxuyaniyê de gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: "Ev gef li dijî îstîqrar û ewlehiya li herêmê ye. Em wek eşîr divê li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk ku li ser herêm û şêniyên wê xeter in, hevgirtî bin." ‎

Eşîran di dawiya daxuyaniyê de bang li NY, dewletên garantor, saziyên civaka sivîl, ‎rêxistinên navneteweyî, mirovî û hiqûqî kir ku li kêleka gelê Sûriyê li hember gefên ‎dewleta Tirk bisekinin, destekê bidin çareya siyasî da ku dewleteke demokrat a pirreng a nenavendî were avakirin û li hember van gefan were sekinandin. ‎

(dm)