ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-04-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-04-2022
19 nîsan, 2022   23:00

-Şêniyên bajarê Hesekê şehîdekê Meclisa Parastina Xabûrê ya Asuriyan li goristana Şehîd Dijwar oxir dikin, saet 12:00' an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li dijî êrişên li ser Herêmên Parasatinê yên Medyayê û xiyaneta PDK'ê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan çalakiya "Konê Berxwedanê" li qada Şehîd Egîd a Kobanê dest pê dike, saet 10:00'an.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya Cejna Çarşema Sor, Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê şahiyekê li gundê Qezlaçox ê navçeya Amûdê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Têkildarî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û xiyaneta PDK'ê, Meclisa Navçeya Amûdê daxuyaniyekê li qada Şehîd Cîhad dide, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunerê, Yekitiya Hunermendan a Herêma Cizîrê, Tevgera Hîlala Zêrîn, Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê û Desteya Çandê daxuyaniyek ji bo şermezarkirina êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê di van êrişan de, li ber navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo didin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Siyasetmedar û nivîskarên Ereb û Asûr da zanîn ku yekitiya pêkhateyên herêmê li gorî teoriya neteweya demokratîk rêbaza yekane ya parastina gelan ji qirkirinê ye, her wiha xalên lihevkirinê di navbera pêkhateyan de ji xalên nakokiyê zêdetir in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Valantîna Ebdo diyar kir ku fermana ambargoya li ser herdu taxan rasterast ji navenda Şamê tê û anî ziman ku armanc ji vê ambargoyê ew e ku projeya neteweya demokratîk derbasî herêmên din nebe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Artêşa Tirk a dagirker li pêşiya çavên civata navneteweyî pêkanîna sûcan li dijî şêniyên Efrînê û xwezaya wê didomîne. Di her du hefteyên borî de dagirkeran 21 welatî revandin û zêdetirî 500 darên zeytûnan qut kirin.

-Çalakvanê siyasî, Cibraîl Mistefa got, "Îtîlafê Sûriyê" û kesên mîna Ebdulhekmîn Beşar alavên rewakirina dagirkeriya li Efrînê ye û sûcên li wir têne kirin, vedişêrin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî Silêman Silêman diyar kir ku divê tevahî ferdên civakê beşdarî parastinê herêmê bibin û li gelê hêzên leşkerî bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Têkîliyên Sûriyê û Tirkiye careke din di rojevê de ye. Li hin rojnameyên ser bi rejîma Erdogan hate nivîsandin ku dewleta Tirk dixwaze bi awayekî fermî li gel rejîma Sûriye hevdîtînan bide destpêkirin. Nuray Babacanê nûçegîhana rojnameya Hurriyetê, di 4'ê Nîsanê de bal dikşîne ku dewleta Tirk dixwaze li ser 3 xalan bi rejîma Sûriyê re dest bi danûstendinê bike. Ev xalên tê gotin, yek parastina statuya unîter, du parastina yekparçeyiya Sûriyê, sê jî emnahiya koçberên vedigerin Sûriyê ne.

- Salên 1990'î salên herî geşbûna tevgera azadiya Kurdistanê bûn. Li Kurdistanê pêlên serhildanê dest pê kirin û di nava gel de şiyariyeke mezin a siyasî çêdibû. Nisêbîn, Cizîr û Amed wek navendên pêşeng ên serhildanan bûn, di heman demê de berxwedaneke girseyî li tevahiya Kurdistanê belav bû. Gel û gerîla bi hev ve hatin girêdan û bi hev re bi pêş diketin. PKK'ê hişmendiyeke xurt a şoreşgerî afirand û tevgera siyasî ya Kurd jî geş bû. Wan salan pirsgirêka Kurd wek pirsgirêkeke siyasî hat dîtin. Bi taybetî sala 1992’yan ji gelek aliyan ve li Kurdistanê qonaxeke girîng bû.

KURDISTAN

- Xerîb Hiso da zanîn ku plana hevbeş a dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê xeteriyeke mezin li ser tevahî gelê Kurd û Kurdistanê û pêşeroja wî çêdike û got: "PDK’ê sûcan li dijî gelê Kurd pêk tîne, zemînekê ji dagirkerî, çete û belavkirina aloziyê li Kurdistanê amade dike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Gulîstan Etê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di meha Remezanê de careke din ava çemê Firatê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut kir û bang bilindkirina têkoşîna li dijî siyasetên wê yên dijber kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedarên Ereb û Kurd li ser pêwîstiya pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan axivîn û da zanîn ku berdewama tecrîdê tê wateya israra li ser ferzkirina dîktatorî û destpotiya li ser gelên Rojhilata Navîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA