Erdoganê neyarê gelan li Sûriyê rê û olaxên nû digere- FEHÎM IŞİK

Erdoganê neyarê gelan li Sûriyê rê û olaxên nû digere- FEHÎM IŞİK
20 nîsan, 2022   01:58

Têkîliyên Sûriyê û Tirkiye careke din di rojevê de ye. Li hin rojnameyên ser bi rejîma Erdogan hate nivîsandin ku dewleta Tirk dixwaze bi awayekî fermî li gel rejîma Sûriye hevdîtînan bide destpêkirin. Nuray Babacanê nûçegîhana rojnameya Hurriyetê, di 4'ê Nîsanê de bal dikşîne ku dewleta Tirk dixwaze li ser 3 xalan bi rejîma Sûriyê re dest bi danûstendinê bike. Ev xalên tê gotin, yek parastina statuya unîter, du parastina yekparçeyiya Sûriyê, sê jî emnahiya koçberên vedigerin Sûriyê ne.

Her du xalên ewil rasterast bi rewşa Rojavayê Kurdistanê û xebatên Rêveberiya Xweser a Demokratîk ve girêdayî ne. Dewleta Tirk hebûna Rojava û statuya xweser a herêmê ji bo pêşeroja xwe xeter dibîne û vê yekê wekî sedemek parçebûna Sûriyê nîşan dide. Bi gotineke din Sûriyê bi van xalan ditirsîne û dixwaze rejîma Baas careke din wekî berê bikşîne bal xwe.

Bi xala sêyemîn jî dixwazin rê li ber koçberên Sûriyê vekin. Li qesra Erdogan wiha tê hesab kirinku eger Beşar Esed bi Tirkiyê re dest bi hevdîtînan bike û normalîzasyonek di navbera her du welatan de çêbin, ew ê gelek koçber vegerin Sûriyê. Ev yek her wiha ew ê destê Erdogan di siyaseta hûndir de jî xurttir bike.

LI QESRA ERDOGAN AMADEKARIYÊN TAYBET TÊN KIRIN

Nivîskarê rojnameya Cumhuriyetê Mistafa Balbay jî ku Kemalîstek neteweperest e, li ser têkîliyên Sûriyê û Tirkiye nivîsand. Ew jî bal dikşîne ku pêngava lêgerîna hevdîtînê ya bi rejîma Sûriyê re, piştî normalîzekirina têkîliyên bi Erebistana Siûdî, Îsraîl û Emîriyên Yekbûyî yên Ereban dest pê kiriye. Mistafa Balbay wekî heta niha li Rojhilata Navîn tiştek neqewîme dinivîsîne û bi kêfxweşî dibêje ku "Piştî Bihara Ereban êdî dor hatiye normalîzekirina têkîliyên bi Sûriyê re."

Mistafa Balbay hin agahiyên din jî dide. Di nivîsa xwe de dibêje, "Li qesra Erdogan ji bo têkîliyên bi Sûriyê re pêş bixin, amadekariyên taybet tên kirin. Di encamê de gihîştine wê qenaatê ku tenê bi rê û rêbazên siyasî nikarin rê li danûstendinê vekin, ji ber wê jî wek rêbazek nû alîkariya 'însanî' dane ber xwe."

Bi gorî Mistafa Balbay, ew ê heta cejna Remezanê hin gav werin avêtin.

DOSTÊ BAAS BÛ DIJMINATÎ KIR NIHA DÎSA LI PEY DOSTBÛNÊ YE

Bêgûman ev tiştên çend rojên dûmahiyê ketin rojevê ne nû ne. Berî niha jî li ser peywendiya her du dewletan hin agahî di çapemeniyê de derketibûn. Her wiha hevdîtîna nêhînî ya îstîxbarata her du dewletan jî gelek car hatin rojevê. Axirîn car sala 2021'an di meha îlonê de hat nivîsandin ku her du berpirsên îstîxbarat Sûriyê û Tirkiyê, ango Elî Memlûk û Hakan Fîdan, ew ê li Bexdayê hevdîtînek pêk bînin. Hevdîtînek wiha çêbû, çênebû em nizanin. Lê em dizanin ku di navbera her du welatan de, di hin astên jêr de danûstendin dest pê kirine.

Tê zanîn ku piştî pêvajoya Bihara Ereban xwe gîhand Sûriyê, ango ji sala 2011'an heta niha Erdogan li hember rejîma Baas'ê siyasetek dijminane meşand. Ew wiha hesab dikir ku rejîma Sûriyê piştî aloziya hûndirîn ew ê di çend mehan de hilweşe û destbirakên wî yên Îxwan El-Muslimîn, werin ser hukim. Ew, kurda biçûk didît, bi tiştek nedihesiband. Her weha, ji bo hesabê wî yê şaş serbikeve, hêvî bi çeteyên cîhadîst dianî û ji bo wê gelek çeteyan ji Bakûrê Efrîkayê dikişand Sûriyê. Di wan heyaman de tiştek din jî kir, hêzên Îxwan El-Muslimîn bi çek kir. Di serî de Cebhet-El -Nusra, xwest hemû hêzên cîhadîst di bin ala Îxwan El-Muslimîn de bicivîne.

Erdoganê ku bi van hesabên qîret tevdigeriya, li wan otêlên ku beriya sala 2011'an ku çendîn car li gel Beşar Esed û malbata wî taştê kiribû, ev car bi çeteyên cîhadîst re diciviya. Erdogan, piştî aloziya li Sûriyê dest pê kir hemû pirên di navbera xwe û Beşar Esed de hilweşand, rê tenê li siyaseta dijminatî re vekirî hişt. Çapemeniya girêdayî Erdogan, beriya 2011'an pêşketina li gel Sûriyê wekî pêngavek dîrokî didîtin û digotin, "Ev pêngav ew ê dawî li PKK bîne." Heman çapemenî ev car Beşar Esed wekî terorîstek navdewletî nîşan didan û bi gotinên nemayî, bi çêrên bêdeb êrîşê wî dikin.

DI AJANDAYÊ ERDOGAN DE TENÊ DIJMINATIYA KURDA HEYE

Erdogan, hem dema peywendiyên xwe li gel Beşar Esed xweş kiribû jî, dema dijminatiya wî jî dikir, di ajandayê wî de tenê dijminatiya kurdan hebû. Nedixwest Kurd serbikevin. Ji bo wê jî her cûre rê û rêbaz bikardianiya. Diyar e, Beşar Esed vê rastiyê dereng dît. Ji siyaseta wî ye niha ya li hember kurdan dimeşîne diyar e, dibe ku careke din jî bi lîstikên Erdogan bixape. Hêviya Erdogan jî ev e ku carek din Beşar Esed bixapîne. Ji bo wê jî tirsa kurdan mezin dike, wekî xeterek nîşan dide. Ango dixwaze neteweperestiya Tirkiyê û Sûriyê, careke din bîne bighîjîne hevûdu.

Aşkere ye. Yên hisabên Erdogan xera kir, siyaseta tevgera azadîxwazên Kurd bû. Erdogan heyamek xwest tevgera azadîxwazên kurdên Bakur jî ji bo derfetan bi dest bixe, bi kar bîne. Lê Kurd, ew derfeta nedan wî. Her wiha bi aqilane tevgeriyan û ji sala 2012'an heta îro, gelek destkeftiyan bi dest xistin. Şerê li dijî DAIŞ'ê jî diyar kir ku Kurd dikarin hem herêma xwe biparêzin, hem jî bi gel û baweriyên din re bi hev re bijîn, Ya herî girîng jî nîşan dan ku dikarin pêşî li dek û dolaban jî bigrin.

 

ERDOGAN JI BO SIYASETA XWE VEGÛHEZÎNE LI RÊYAN DIGERE

 

Divê were dîtin ku eger ne helwesta demokratîk û aştiyane ya tevgera azadîxwaz a Kurd ba, niha Sûriyê hilweşiya bû, hemû gel û baweriyên Sûriyê bi hev re şer dikirin. Ev helwest rê neda gel û baweriyên cûda bihevkevin. Piştî siyaseta ku dagirker dixwestin pêk nehatin, ev car dagirker rêyên nû dane ber xwe. Ev rêyên nû ji piranî di qesra Erdogan de tê gengeşîkirin.

Erdogan ji hemû siyaseta xwe ya destpêka pêvajoya Bihara Ereban xistibû meriyetê, paşve vedigere. Siyaseta xwe ya li hember Erebistana Siûdî, Îsraîl û Emîriyên Yekbûyî yên Ereban guherand. Bi wan re careke din hevdîtînan dan destpêkirin. Niha jî heman pêvajoyê dixwaze bi Sûriyê re bide destpêkirin. Ji bo van peywendiyan bide destpêkirin, ji şerê Ukraynayê jî îstîfade dike. Wisaa dihesibine ku Rûsya, wekî berê nikare li Sûriyê aktîf bibe. Bi vî awayî dikare ji Rûsya jî piştgirî bigre. Eger wiha be, li gel rejîma Baas'ê dikare li hember Rêveberiya Xweser a Demokratîk şerek nû bidin destpêkirin. Bêgûman, tam neyê zanîn jî em dibînin ku di bin navê 'însanî' de hin bertîlan jî bidin rejîma Baas.  Ew xala sêyemîn ku wekî 'alîkarî" didin nîşandan ev bertîl in. Van bertîlan jî ew ê bi rêya saziyên xwe yên sîxurî bidin belavkirin.

Dawî, em bal bikşînin vê rastiyê. Belê hesabên wan çi dibin bila bibin, kî bi kê re ji bo çi hevdîtinan dikin an nakin, li alîkî. Lê tiştek diyar e ku heta niha çi hesabên qirêj bi serneketine. Ew ê ji îro şûnde jî sernekevin.