Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûnên li dijî êrişên dagirkeriyê

Li navçeya Kelar a Germiyan ji aliyê hejmareke siyasetmedar û aktîvîstan ve, her wiha li navçeya Ranya ya Raperîn êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re hate şermezakirin.

Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûnên li dijî êrişên dagirkeriyê
19 nîsan, 2022   20:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Kelar a Germiyan hejmareke siyasetmedar û aktîvîstan bi çalakiyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Parastinê yên Medyayê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û xiyaneta wê şermezar kirin.

Di çalakiyê de Hisên Ezîz axivî û got: “Êriş û dagirkeriya Tirkiyê binpêkirineke eşkere li ser serweriya xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê ye. Em şermezar dikin. Her wiha nokerî û çavgirtina aliyên Kurd ji bo dagirkeriyê jî şermezar dikin. Em ê rê nedin rûmet û kerameta tu ferdekî Kurd were şikandin. Em banga yekrêzî û yekdengiyê li aliyên siyasî û welatiyan dikin. Em daxwaz dikin ku li dijî dagirkeriyê yekitî pêk were. Em dizanin ku berjewendiyên bilind ên aborî di navbera desthilata Kurd û dewleta Tirk de hene, sedema êrişa nepanîkirina dagirkeriyê jî her ev e.”

/kr/uploads/files/2022/04/19/201304_image_50449153-1-scaled-1-750x375.webp

Her wiha li navçeya Ranya ya Raperîn di xwarina fitarê de ku Nûnertiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo malbatên şehîdan organîzekirî dagirkeriya dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê hatin şermezarkirin.

Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Başûrê Kurdistanê ji malbatên şehîdan re malûmavî kir û xwarina fitarê da. Piştî xwarinê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ku di 17’ê Nîsanê de hate destpêkirin daxuyanî hate dayîn.

Endama Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Canda Ezîz daxuyanî da û got: “Ev êriş piştî serdana Mesrûr Barzanî ji Tirkiyê û civîna li gel Erdogan û Hakan Fîdan re pêk hat. Dewleta Tirk û hevkarên wê her çiqas êrişên xwe yên li ser gelê Kurd zêde bikin jî wê nikaribin îradeya gelê Kurd bişikînin û wê qet sernekevin.”