Rojnameyên erebî: Li Tunisê banga boykotkirina kel û pelên Tirkiyê

Rojnameyên erebî îro li ser aloziya di navbera Tunis û Tirkiyê de, aloziya Lubnanê û rewşa Derayê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Li Tunisê banga boykotkirina kel û pelên Tirkiyê
Rojnameyên erebî: Li Tunisê banga boykotkirina kel û pelên Tirkiyê
Rojnameyên erebî: Li Tunisê banga boykotkirina kel û pelên Tirkiyê
9 nîsan, 2022   07:58
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI ROJAVAYÊ DERAYÊ ÊRIŞÊN KU ‘KOMÊN LIHEVKIRINAN’ DIKIN HEDEF’                 

Rojnameya Şerq El-Ewsat li ser rewşa Sûriyê wiha nivîsî: "Çekdarên nenas roja pêncşemê êrişî nuqteyeke kontrolê ya “komên lihevkirinan” kir ku piştî rêkeftina çareserkirinê ya sala 2018'an tev li hêzên rejîmê bûne. Êriş li gundê El-Qasîr ê Yermûkê ya li rojavayê Derayê pêk hat ku beriya rêkeftina çareserkirinê di bin kontrola DAIŞ'ê de bû.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku di encama êrişa li ser nuqteya kontrolê de 3 kes birîndar bûn ku rewşa yekî giran e û endamên komên herêmî ne ku Basil El-Celmawî (Ebû Kînan El-Qasîr) serkêşiya wan dike. Ev kom ser bi Firqeya 4’an ve bûn û ji sala 2018'an ve li herêmê ne.

Mayinek li taxa El-Qisûr a bajarê Dera El-Mehata teqiya û erebeyeke serçeteyekî komên herêmî ku bi saziya ewlekariya leşkerî re kar dikir "Eyser El-Herîrî" kir hedef ku di sala 2018'an di nav komên opozîsyonê yên herêmî de kar dikir."

‘REXNEYÊN ERDOGAN DÎSA BÛN SEDEMA BANGA BOYKOTKIRINA KEL Û PELÊN TIRKIYÊ’

Rojnameya El-Ereb der barê aloziya Tunis û Tirkiyê de wiha nivîsî: “Li ser torên medyaya civakî banga boykotkirina kel û pelên Tirkiyê zêde bûne ku ziyaneke mezin gihandiye pîşesazî û aboriya Tunisê. Her wiha kel û pelên Tirkiyê li bazarên Tunisê belav bûne û rê li pêşbaziya li Lîbyayê qut kir.

Li ser torên medyaya civakî banga boykotkirina hemû kel û pelên Tirkiyê hat kirin, ji bo ku kel û pelên Tirkiyê li Tunisê belav nebin û ji bo rawestandina kontrolkirina Tirkiyê li ser bazara Tûnisê.”

‘LUBNAN; REWŞ TEVLIHEV E’

Li ser rewşa Lubnanê jî rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Piştî bidawîbûna dema yasayî ya tomarkirina lîsteyên hilbijartinan li Lubnanê, hejmara dawîn bi fermî di Wezareta Karên Hundir de hat destnîşankirin. Şandeya Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) dan û standinên xwe bi berpirsan re berdewam dike ku piştî bidawîkirina gerên xwe dê dawiya hefteyê ji Beyrûtê derkeve.

Hate daxuyandin ku ku pêwîstî bi bernameyeke çaksaziyê ya berfireh heye, ji bo çareserkirina pirsgirêkan, piştre jî bidestxistina aramiya aborî û darayî û danîna bingehên pêşketina berdewam."

(dx)